- Li Qeladizê bi pêşandana 22 tabloyan pêşengehek a şêwekariyê ji bo hunermend Pavêl Îsmaîl hate lidarxistin.
Li nav Parka Şar ya li bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn, bi hevkariya Dezgeha Çalakiyên Perwerdeyê ya Pişder, yekemîn pêşangeha hunerî ji bo hunermend Pavêl Îsmaîl hate lidarxistin. Beşek ji aliyên îdarî yên bajarok, hunermend û welatî beşdarî pêşengehê bûn.
Têkildarî pêşangehê Pavêl Îsmaîl got: “Ji bo pêşxistina hunerê û nîşandana jêhatiya ciwanên Kurd min ev pêşangeh vekir.”
Di pêşengehê de 22 tabloyên cur be cur hatin nîşandan ku piraniya tabloyan wêneyên kelûpelên Kurdewarî bûn û wêneyên kesî bûn. Her wiha piraniya wan bi pênûsa risas û komirê hatine çêkirin. ROJNEWS/QELEDIZÊ