Li Qeledizê Festîvala Çand û Zanistê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 1 Mijdar 2024 - 17:15

  • Li bajarokê Qeladizê yê Îdareya Raperîn 8’emîn Festîvala Çand û Zanistê tê lidarxistin.

Li bajarokê Qeladizê yê ser bi Îdareye Serbixwe ya Raperîn di salvegera avakirina peymangeha bajarok de weke kevneşopiyek ya bajarok 8’emîn Festîvala Çand û Zanistê hat lidarxistin. Di festîvalê de çendîn çalakiyên cuda tê lidarxistin û wê heta êvarê bidome.

8’emîn Festîvala Çand û Zanîstê ya Qeladizê bi beşdariya xwendevanên Peymangeha Qeladizê, mamostayên wê û gelek welatiyan bi lidarxistin çalakiyên cûr bi cûr yên çandî û hunerî didome.

Organîzatorên festîvalê gotin; “Armanca me ya lidarxistina vê festîvalê ewe ku em hîn zêdetir girîngî bidin şiyanên zanistî û çandî yên xwendevanên Qeladizê. Her wisa armancek din ya vê festîvalê ewe ku xwendevan şiyanên xwe nîşanî welatiyan didin, ji bo zindîkirin û dana fêmkirina çanda resen ya Kurdî ji ciwanan re ye.”

Festîval bi vedana reşmalan (konê reş), lixwekirina cilûbergên gelêrî yên Kurdî, nîşandana berhemên zanistî, çêkirina çendîn cûr xwarinên resen yên Kurdî, çendîn kelûpelên kevin yên jiyana çanda Kurdewarî, govendên Kurdî û dengbêjiyê dewlemendiyek bêhempa pêşkeşî beşdarên festîvalê hate kirin. ROJNEWS/QELEDIZÊ

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.