Şanoya bi navê “Rastî Dagirkirî” ya ku metna wê şehîd Hêvî Şanoger nivîsiye, li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo derket ser dikê. Xelkê Qamişloyê ji bo li şanoyê temaşe bike, li salonê hazir bû.

Produktorê şanoyê, Simko Cûdî li holê beriya nîşandana lîstika şanoyê, axivî û bixêrhatina mêvanan kir. Simko got, “Ev demeke dirêj e, qederê sê mehan xebateke me li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo heye ku ji bo perwerdekirina lîstikvanên şanoyê dihat meşandin.”

Simko diyar kir ku wan xwestiye şanoyê di salvegera 44’an a damezradina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were nîşandan, lê belê ji ber şert û mercên li herêmê, nîşandana şanoyê bi derengî ketiye.

Simko got, “Lê belê çi dibe bila bibe, em dê bi hunerê xwe û bi şerê xwe bersivê bidin dijmin û em dê niha şanoya xwe pêşkêş bikin. Em bi hêvî ne ku şanoya me layîqî salvegera 44’an a PKK’ê be û layîqî hazirbûna temaşevanan be.”

Temaşekeran gava li şanoyê temaşe kir, kela canê wan rabû û di dawiyê de bawernameyên lîstikvanan jî ji aliyê şanoger Ekîn Ronî, Kawa Fetah û Ednan ve hatin dayîn.

ANHA/QAMIŞLO