Di salvegera 7’an a Komkujiya Şengalê de Şirîka Nefel pêşangeheke wêneyan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo vekir. Wêneyên ku hatin daliqandin balê dikişîne ser êş û sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an li Şengalê pêk anîbûn.
Di vekirina pêşangehê de, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, endamên Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û şêniyên bajarê Qamişlo amade bûn.
ANHA/QAMIŞLO