- Ji berdevkên Eniya Berxwedanê ya Neteweyî (UDC) Alî Mesam Nazarî got, "Li Pencşîrê şerekî giran diqewime."
Li geliyê Pencşîrê yê li rojhilatê Efxanistanê şer giran dibe. Ev gelî tenê maye ku Talîban li Efxanistanê kontrol nake. Talîbanê niha dor lê girtiye û êrişê diobe ser.
Ji berdevkên Eniya Berxwedanê ya Neteweyî (UDC) ku ji milîsên li dijî Talîbanê û hêzên berê yên Efxan pêk tê, Alî Mesam Nazarî got, "Li Pencşîrê şerekî giran diqewime."
Berdevk bal bire ser kurê fermandar Ahmed Şah Mesûd ê 9'ê Îlonê ji aliyê El Qaîdeyê ve hate kuştin, û got, "Mesûd bi parastina gelî ve mijûl e."
UDC'ê ragihand ku Talîbanê windahiyên giran dane, li herêmê hatiye têkbirin, lê bîlançoyeke zelal neda.
Li ser medya dîjîtal di hesabên alîgirê Talîbanê de hate îdîakirin ku 31 şervanên Pencşîrî hatine kuştin.
Koordînatora Tevna Analîstan a Efxan, Martîne van Bîjlert got, "Hêzên Talîbanê li pêşiya gelî kom bûne, lê ketine kemînê û gelek kuştî dane."
UDC ku beriya niha ragihandibû ku ew hêvîdar in bi Talîbanê re diyalogê bikin, diyar kir ku ew ê heta dawiyê gelî biparêzin. Li gorî Talîbanê diyaloga navbera aliyan têk çûye bi encam bû. Talîbanê bang li UDC'ê kir da ku çekên xwe deyne.
Ahmed Masûd roja Çarşemê da xuyakirin da û got, "Talîbanê pêşniyay kir ku di hikûmetê de du cihan bide UDC'ê, lê belê em ji bo Efxanistanê paşerojeke baştir dixwazin." Masûd got, "Me ev pêşniyaz nenirxand" û Talîbanê rêya şer hilbijart.
KABÎL