Li Parîsê jî gefan li Kubra Khademi dixwin

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Sibat 2021 - 01:17

  • Kubra Khademi ji ber hunerê xwe neçar ma ku dev ji welatê xwe Efxanistanê berde û bibe penaber.

Kubra Khademi yan jî weke bi Kurmancî tê bilêvkirin, Kubra Xademî, li Efxanistanê bi hunerê xwe yê performansê gelek caran bû armanca êrişên yekser ên mêran. Ji hikûmetê, ji Talîbanê û ji mêrên li kolanê, hema bêje hemûyan gef lê xwarin. Bi ya wan ew bêşerm û bêar bû. Axir ew neçar ma ku dev ji welatê xwe Efxanistanê berde û bibe penaber. Ew niha li Fransayê ne dûrî paytext Parîsê dimîne, li banliyoya Romainvillê. 

Wê di berhemên xwe û performansên xwe de zexta li jinan dibe ya cinsî bi hunerê mubalexekirinê nîşan dida û hîna jî heman tiştê dike. Pêşangeha wê ku niha bi rê ve diçe li Parîsê jî li ser heman mijarê ye. Lê belê gef lê tên xwarin. 

Pirraniya resmên wê niha li galeriyeke nêzî taxa Saint Germain Parîsê tên nîşandan,  bi heman mijarê dadikevin. Îmajên jinan ên dûrî guh û çavên mêran. Wekî din jin li gorî wê mêran gelek caran weke keran dibînin. Qet nebe ev îmaj xwe dispêre çanda gelêrî ya Efxan. Ew çanda gelêrî ya di nav xwişk, hevalên jin û cîranên jin de, dûrî çav û guhên mêran. Ji ber ku ker û mêr hinekî di vê çandê de nûneriya hev dikin, îmaja kerê jî yeke maneya cinsî lê barkirî ye. 

Di resmên wê yên bi boyaxa akîrîlîk de em van îmajan, û têkiliyên cinsî û êrişên cinsî yên bi awayekî mubalexekirî di nava dinyayeke wisa de dibînin. Axir diyar e ev dîmen û ev huner li Fransayê bi xwe jî mêran û nexasim jî yên ji çanda wê aciz dikin ku ew gefan li pêşngehê dixwin. 

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.