Li mêhtingeriyê rêwîtiyek

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Kanûn 2022 - 05:18

  • Li mêhtingehan riyeke kin dikare bi saetan bajo û qet neqede jî! Yanî ev “dewlet” bi her awayî ji vê erdnîgariyê re zêde ye û bêkêr e. Ji xeynî belayê ne tiştekî din e! Ji lewma ez dibêjim, “Hey dewlet! Bihêle em herin mala xwe. Ji bilî alozî û xitimandina rê ti maneyeke te tine li vî welatî.” 

ARDÎN DÎREN

 

Li welatên ku hatine mêhtin bûyerên ecêb û sosret diqewimin. Mêhtinger bi her awayî “bela” serê van welatan in! Yanî hebûna wan ya li ser van axan sedema alozî û pirsgirâkan e. Ji xeynî pêkûtî û zordestiyê bi kêrî ti tiştî nayên. Ew tenê “rê” dixitimînin û her tiştî asê dikin bi hebûna xwe. Dema hin serpêhatiyên meriv çêdibin meriv bêhtir bi hebûna wan ya “beredayî” ya li ser vê axê dihese. Ez dizanim sêrpêhatiyên gelek kesî hene di vî warî de. Her wiha yên min jî çêbûbûn lê min ti carî li ser vê meseleyê nenivisî. Ta ku beriya çend rojan ji Cizîra Botan vegeriyam Amedê. 

Ez ji bo karekî çûbûm Cizîrê. Hefteyekê li wir mam. Piştî karê min bi dawî bû, diviyabû ez vegerim Amedê. Ji bo wê jî min berê xwe da rawestgeha otobusan. Min bilêtekê peyda kir ji xwe re. Ji min re gotin otobus piştî saetekê radibe. Di vê navberê de min çend pakêt çaya qaçax kirî ji xwe re. Ji ber Cizîr nêzî sînor e, çay li wir gelek e. Her wiha hinek erzan e jî. Werhasil piştî min ji xwe re çaya qaçax wergirt ez vegeriyam ber otobusê. Çûm li ser qoltixê xwe bi cih bûm. Li gor qaîdeyan diviyabû otobus saet di 7’an de (heftê şevê) derketa rê. Lê nîv saet derbas bû em hîna nû bi rê ketin. Fîrmayên Kurdistanê vê yekê ji xwe re kirine edet, ti carî otobus di saetên xwe de bi rê nakevin. Her tim bi derengî dikevin. Ji lewma jî her tim di navbera xwediyê şirketan û rêwiyan de şer derdikeve. Gelek caran bûme şahidê bûyerên bi vî rengî.

 

‘Heger dewlet bihêle…’

Ez dirêj nekim, otobusa ku ez lê siwar bûm di dawiyê de liviya û bi rê ket. Navbera Cizîr û Amedê di rastiyê de 3 saet diajo. Ji ber hinek eceleya min jî hebû min xwe negirt û ji muewên pirsî; “Gelo em ê saat di çendan de li Amedê bin?” Pêşî hinek bişîrî û weke yekî bêje înca ev çi pirs e li min vegerand, “Eger devlet bırakırsa normalde 10:30’da orda oluruz!” (heger dewlet bihêlê em ê saet 10:30’an li wir bin) û dewam kir, “Hahoo kıyamet gibi oluyor. Çok durduruyorlar ve bagajları indirip didik didik arıyorlar!” (Rê dibe weke qiyametê. Pirr disekinînin û hemû bagajên me lihev dixin!) Bersiva muewên bivênevê kir ku ez li ser vê meseleyê bisekinim û hinek biramim. Qaşo OHAL (rewşa awarte) li welat bi dawî bûye! Tu li vê derewê! Çi bikim, ji acizî min serê xwe da ber pencerê û li riya ku di nav mijê de winda bûbû temaşe kir. 

 

Riyeke 3 saet dikare bibe 7 saet!

Lê peyva “heger dewlet bihêle” ma di serê min de. Qesta wî ya ji dewletê malûme, hûn jî pê dizanin; qontrolên leşkerên Tirk ên li ser rê bûn. Ji ber van qontrolan êdî ew jî neçar mane û di her qontrolê de hezar çêr û pêçar bi dewletê dikin. Jidil ev dewlet çima nahêle em bi rehetî rêwîtiyekê bikin û bigihîjin mala xwe? Ma li deverên din jî tiştên bi vî awayî diqewimin? Yanî çima riyeke ku 3 saet diajo dibe 7 saet?  Ev rastiyeke vê erdnîgariyê ye, li mêhtingehan riyeke kin dikare bi saetan bajo û qet neqede jî! Yanî ev “dewlet” bi her awayî ji vê erdnîgariyê re zêde ye û bêkêr e. Ji xeynî belayê ne tiştekî din e! Ji lewma ez dibêjim, “Hey dewlet! Bihêle em herin mala xwe. Ji bilî alozî û xitimandina rê ti maneyeke te tine li vî welatî.”

 

Her tişt ‘gêre’ ye!

Dema ez li Cizîrê bûm ez peyveke nû fêr bûm. Hevalekî tim digot, “Her tişt gêre ye!” Piştî min çend car bihîst min xwe negirt û pirsî, “Tu bi kîjan maneyê bikartînî vê peyvê?” Yanî min texmîn kir ku di maneya gerînek û aloziyê de bikartîne. Lê min bi vî awayî qet nebihîsti bû. Wî jî got; “Dema serê meriv tevlîhev e û meriv di nav hin meseleyan de asê dibe tê bikaranîn.” Di rê de peyva “Her tişt gêre ye” û “Heger dewlet bihêle” tim di serê min de bûn. Dema ji Nisêbînê derbas bûm û min sînorê ku bi betonan hatine çêkirin dît bêhtir hêrs bûm. Nizanim çima lê bi carekê helbesta Arjen Arî ya bi navê “Efendîno” jî hat bîra min, min li ser telefonê helbestê dît û careke din xwend. Rast e li vî welatî her tişt gêre ye, lê heger dewlet bihêle teqez dê ev gêrebûn ji holê rabe.

 

Efendîno

 

Efendîno

rahijin teşkên xwe

rahijin kincên xwe, postalên xwe û şivqeyên xwe

çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:

tenq, top, tiveng, teyare…

û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh

û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh

û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :

hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî

û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî

û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî

tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…

 

hûn ê biçin

hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin

hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!

biçin: berî kuç û kevir di we werbin

biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we

û hêj ku agir vêneketiye j” agir:

hima niha, vê kêlîkê, ji vir

rahijin teşkên xwe

û biqeşitin ji vir, efendîno!

hûnê biçin efendîno, hûnê biçin

berî ku hûn bisekitin se se

hima rahijin teşkên xwe

û

biqeşitin!

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.