Li navçeya Amedê Licê, çaxê mirov biçe karê mehseran, dest pê kir. Şêniyên navçeyê dest bi çêkirina dims, benî û bastîqê kirine. 
Li Licê payizê re wexta çûna ser mehseran jî dest pê kir. Li gundikê bi navê Çelebî yê ser bi gundê Huseynîka, welatiyan dest bi çinîna tiriyê zerbûyî û mezrone kiriye. Welatî ji aliyekî tirî diçinin, li aliyê din jî tiriyê çinandî bi zembîlan dibin mehserê da ku tirî li wir biesirînin. Piştre ji wê ava tirî, şîreya wê tê çêkirin û dawiyê de di sîtilan de tê kelandin. 
Welatî bi vê şîreyê dims, benî û bastîqê çêdikin. Çêkirina dimsê ji ya benî û bastîqan rihettir e. 
Welatiyan got, dims, benî û bastîqê hinekî ji xwe re dihilînin da ku zivistanê bixwin û ya mayî jî ji bo debara xwe bikin, difiroşin. 

MA/AMED