• Li gorî lihevhatinê wê di nava 18 mehan de li Lîbyayê hilbijartin çêbe.

Aliyên Lîbyayê li Tûnisê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de dan û stendin. Di encamê de aliyan li hev kir ku di nava 18 mehan de li Lîbyayê hilbijartinê pêk bînin.

Di danûstendinên li paytext Tûnisê de 75 delege ji Lîbyayê beşdar dibin. Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Stephanîe Wîllîams ragihand ku aliyan ji bo dema derbasbûnê û hilbijartinên 'azad, wekhev û pê bawer' ên piştre, li ser nexşeya rê li hev kirin.

Wîllîams agahî da ku hilbijartin wê hem ji bo serokkomariyê hem jî ji bo parlamentê bin û herî dereng di nava 18 mehan de bên kirin. Wîllîams ragihand ku danûstandinên li Tûnisê ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Lîbyayê firsendeke gelekî girîng e. Nûnerên siyasî û leşkerî yên aliyên Tobrûk û Trablûsê tevlî danûstandinên li Tûnisê dibin.

Tê payin ku roja Pêncşemê aliyên Lîbyayê giraniyê bidin ser avakirina hikumeteke yekbûyî. Hikumeta nû wê çavdêriyê li ser amadekariyên hilbijartinê bike.

Ji sala 2011'an dema hilweşandina rejîma Mûammer Kaddafî û vir ve Lîbya di nava kaosê de ye.

ANF/TÛNIS