- 20 hezar çekdar û çeteyên biyanî li Lîbyayê hene.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Lîbyayê Stephanie Williams eşkere kir ku nêzî 20 hezar çekdar û çeteyên biyanî li Lîbyayê hene.
Stephanie Williamse diyar kir ku hebûna çete û çekdarên biyanî li Lîbyayê, sedema sereke ya neçareserkirina aloziyê ye û destnîşan kir ku hebûna wan dibe sedema binpêkirina serweriya Lîbyayê.
Şandera NY bo Lîbyayê Stephanie Williams ragihand ku nêzî 20 hezar çekdar û çeteyên biyanî li Lîbyayê hene.
Stephanie careke din teqez kir ku binpêkirineke mezin a serweriya Lîbya heye û got, her wiha binpêkirineke eşkere ya qedexekirina çekan heye.
Stephanie destnîşan kir ku li tevahiya welat 10 baregehên leşkerî yên qet ne di berjewendiyen Lîbya de hene.
NAVENDA NÛÇEYAN