Li beşên navîn ên Komara Kongoyê ya Demokratîk, di encama barana tund de lehî rabû. Herî kêm 22 kes mirin.
Li Kanangayê ku bajarê navendî yê Kasaî-Central e, ji ber baranên tund herî kêm 22 kes mirin û zirara madî çêbû.
Li gorî navenda çapemeniyê ya walîtiya Kasaî-Central ragihand, di tevahiya şevê û rojê de ji ber barana tund hezîna erdê çêbû û zêdeyî 15 malan zirar dîtin. Roja Yekşemê li eyaleta Başûr-Kîvû ya li rojhilatê welêt, nêzî 20 kes li ber avê çûn û cenazeyê 4 kesan hate dîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN