Li Îtalyayê, danasîna du pirtûkên li ser êşa Êzîdiyan hat kirin.
Danasîna pirtûka ‘’La Montagna Sola’’ (Çiyayê bi tenê) ku Michele Rech, nivîskar Chiara û Berîtanê nivîsandine û xêzeromana bi navê “Heta Bi Şengalê Ranezê” hat kirin.
Di bernameya danasîna pirtûkan de tecrîdkirina li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û banga tevlîbûna meşa girseyî ku wê 11’ê Sibatê li Romayê bê lidarxistin, hat kirin.
Komeke ji sendîkayên cur bi bur, rojnamevan, rewşenbîr û ji karîkaturîstekî pêkhatî, 26’ê Gulana 2021’ê, bi pêşengiya Komeleya Ber Bi Kurdistanê Ve (Verso il Kurdistan) serdana li Wargeha Mexmûrê û Şengalê kir. Çûyîna wargehê hat astengkirin.
Bi tenê şandeyeke ji du kesan pêkhatî, karî alîkariya tibî ku bir wargeha Mexmûrê, pêşkêş bike. Ketina Şengalê jî bi çar rojan hate astengkirin, lê dawiya dawîn, şande karî bikeve nava bajarê Şengalê. Piştî serdanê li gelek deran danasîna pirtûkan hat kirin.
ANF/PARMA