Li IDFA’yê ‘Çîroka Bajarên Wêranbûyî’

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Îlon 2021 - 02:14

  • Festîvala Amsterdamê ya Navneteweyî a Belgefilman (IDFA) ji bo îsal 10 belgefilmên ji bo nîşandanê neqandin.

Festîvala Amsterdamê ya Navneteweyî a Belgefilman (IDFA) ji bo îsal 10 belgefilmên ji bo nîşandanê neqandin. Di nava van belgefilman de belgefilma “Komîna Film a Rojava” ya bi navê “Çîroka Bajarên Wêranbûyî” (Stories Of Destroyed Cities) jî heye. 

Nivîskar û hunermenda Elman Hito Steyerl a ku bi gelek disîplînên huner re mijûl e, îsal ji bo IDFA’yê 10 belgefilm hilbijartin. IDFA dê derhêner û çêkerên van belgefilman biezimîne festîvalê. 

Belgefilma “Çîroka Bajarên Wêranbûyî” behsa 3 bajarên dike. Sê bajar û sê çîrok. Şengal, Kobanê û Cezea. Sê bajarên ku şer li wan pirr giran bû û hatin wêrankirin. Her sê bajêr jî niha ji nûve tên avakirin. Şer tenê bajar wêran nekirin, her wiha mirov jî mehû kirin. Mirovên li van bajaran, trajediyên hatine serê wan bi nifşên nû re parve dikin û ji bo Rojava bibe hêviya siberojê, li ber xwe didin. Ev belgefilm yekem berhema Komîna Film a Rojava ya piştî şer e.

Belgefilma “Çîroka Bajarên Wêranbûyî” bi tavahî 77 deqîqeyan dirêj e. Senaryoya wê Onder Çakar nivisiye û derhêneriya wê jî Şêro Hindê kiriye.  

Festîvala IDFA’yê li dinyayê yek ji festîvala belgefilman a herî baş û xurt e. Festîval îsal dê bi awayekî fîzîkî di navbera 17 û 28’ê Mijdarê de li Amsterdamê were lidarxistin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.