Li Hindistanê 24 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 00:54

Li herêma Keşmîr a Hindistanê di encama êrişa çekdarî ya li dijî tûrîstan de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rayedarekî polîsan, li herêma Keşmîrê ya Hindistanê çekdaran gulle li tûrîstan reşandin. Di encama gulebaranê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha desthilatên Hindistanê dan zanîn ji çend salan ve ev êrişa herî giran û xerab e. Rayedarê payebilind a polîsan a li Keşmîrê ku navê xwe eşkere nekir, got herî kêm 24 kesan jiyan xwe ji dest da.

Li herêma Pahalgamê ya ku piraniya şêniyên wê Misilman in, du-sê çekdaran gule li tûrîstên ku diçûn herêmê barandin.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî ev "kiryarê hovane" ya li Pahalgamê hatiye kirin şermezar kir û soza cezakirina sûcdaran da.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.