- Cûdî Hesen (29) li hewşa mala xwe ya li bajarê Tilbirakê ê kantona Cizîrê, dest bi çandina giyayê zaferanê kiriye. Zaferan giyayek e ku bilindahiya wê di navbera 10-30 cm’an de ye û bi taybetî li derdora Deryaya Spî tê çandin.
Ji giyayê zaferanê biharat tê çêkirin, her wiha ji bo çêkirina dermanan, gulav û ciwankariyê jî tê bikaranîn, ji ber vê yekê û ji ber bihabûn û rengê kulîlka wê ya sor, jê re "zêrê sor” jî dibêjin.
Cûdî Hesen, derçûyiyê Koleja Petrolê ye lê mijûlî kar û barên çandiniyê ye jî, gera wî ya berdewam ji bo naskirina cureyên nû yên çandiniyê ew ber bi naskirina zaferanê ve bir. Wî berî salekê tiştek der barê wê de nizanibû, ji bilî ku kulîlkên wê bedew in, niha di destê wî de bûye projeya çandiniyê ya yekem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Hesen dibêje meraqa wî bûye sedem ku ew fêrî gelek cureyên çandiniyan bibe û zaferan jî yek ji wan bû. Ew giya veguherî projeyeke aborî ya çandiniyê ya bi sûd û wiha pê de çû: “Sala borî wek ezmûneke destpêkê, min 25 pîvazkên zaferanê çandin, ji sedî 80 ji wan şîn hatin, lewma min rûbera çandiniyê firehtir kir.”
Kîloyek 20 hezar dolarî ye!
Zaferan bi tov an jî pîvazkan ku 3-4 salan berê wan dom dike, tê çandin. Piştî 3 salan divê careke din bê çandin. Hesen got çandina zaferanê gelekî buha ye, ji ber ku ew pîvazkan ji bajarên Sûriyeyê tîne û ku buhayê kîloyeke pîvazkên wê digihêje 20 hezar dolarî. Piştî çandina pîvazkan jî pêwîstî bi guhdanê heye. Ew di germahiyên di navbera 15-25 pileyî de şîn dibe, ji ber vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demsala payîzê de tê çandin. Cûdî Hesen piştî ezmûna sala yekem îsal qada çandiniyê heta 150 metredam fireh kir. Hesen dê bikare ji van pîvazkan sûdê wergire û sala bê qada çandiniyê zêdetir bike.
Dixwaze projeya wî bi ser bikeve
Hesen dibêje ew hewl dide çandiniya zaferanê li herêmê belav bike û cotkarên herêmê wê nas bikin, da ku bi awayekî berfireh biçînin, ji ber ku şert û mercên avhewayê û axê li herêmê ji bo çandina wê guncaw in. Her wiha da zanîn ku zaferan dikare bibe hilbirîneke girîng ji bo aboriya herêmê û dibe alîkar ku berhemên çandiniyê yên herêmê cihêreng bibin û bi vî awayî bibe alîkar bo geşepêdana çandiniya herêmê. Cûdî Hesen hêvî dike ku projeya wî îsal jî bi ser bikeve û dahateke baş jê wergire ku dê alîkariya wî bike ku projeya xwe bi pêş bixe. ANHA/HESEKÊ