Li Helebce şanoya ‘Reş û Spî’ hat nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Kanûn 2022 - 03:51

Li Helebceyê ji bo balê bibin ser şideta li dijî jinan, şanoyek hat nîşandan. Jinan banga rawestandina şideta li hemberî jinê kir.

Li ber avahiya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Huner a Helebce, ji aliyê gruba Rêveberiya Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê ve şanoya bi navê “Reş û spî” hat nîşandan.

Berpirsa çalakiyê Gulistan Ehmed derbarê çalakiyê de got, “Me ev şano di çarçoveya pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî şideta li ser jinê de li dar xist. Naveroka şanoyê behsa pirsgirêk, astengî û şideta beramberî jinê dike. Ev şano peyamek e ji bo careke din civak bi ser xwe ve were û şideta bermaberî jinan kêm bibe û jin jî bikarin li ser lingên xwe rawestin.”

Lîstikvana Şanoyê Tîşu Namiq jî derbarê naveroka şanoyê de got, “Şanoya me behsa pirsgirêkên jinan dike. Hemû ji serpêhatiyên rastî hatine wergirtin. Di şanoyê de behsa şideta li hemberî jinê tê kirin. Di şanoyê de behsa wê yekê jî tê kirin, heger jin bi hev re li ber astengiyan rabin, wê ti kes nikaribe li beramberî jinan raweste.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.