Li Efxanistanê dîsa teqîn 

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 11 Gulan 2021 - 04:31

  • Di encama teqînê de herî kêm 11 kes mirin, 28 kes jî birîndar bûn. 

Li Efxanistanê li dijî otobusekê êrişeke bombeyî hate kirin. Herî kêm 11 kes mirin.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Tarik Arian diyar kir ku şeva din li wîlayeta Zabûl a li başûr rojhilatê welêt, dema ku otobusek di rê de derbas dibû bombeyek teqiya.

Di encama teqînê de herî kêm 11 kes mirin, 28 kes jî birîndar bûn. Êriş çend saet piştî ragihandina agirbesta sê rojan a Talîbanê ya bi wesîleya Cejna Remezanê pêk hat. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.

Beriya du rojan jî li taxeke paytext Kabûlê ku piraniya şêniyên wê Hazara yên Şîa ne, li dibistaneke ku zarokên keç lê dixwend êrişeke bombeyî hatibû kirin. Piraniya wan zarokên keç zêdeyî 50 kes miribûn, nêzî 100 kes jî birîndar bûbûn.

Talîbanê ragihand ku eleqeya wan bi vê êrişê re nîne, lê hikumetê berpirsyariya êrişê xiste stuyê Talîbanê. Talîban îdîa dike ku ji Sibata 2020'î û vir ve li Kabûlê ti êriş nekirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.