• Li gorî rapora UNAMA'yê di nîvê destpêkê yê sala 2021'ê de 1659 sivîl hatin kuştin, 3254 sivîl jî birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Efxanistanê di nîvê destpêkê yê sala 2021'ê de hejmara sivîlên hatin kuştin, gihîşt astake rekorê. 

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efxanistanê (UNAMA) rapora xwe ya li ser kuştina sivîlan a nîv sala destpêkê ya 2021'ê eşkere kir. Li gorî vê, ji sala 2009'an ve herî zêde di nîv sala 2021´ê de sivîl hatine kuştin. 

UNAMA´yê got, "Li Efxanistanê kuştina sivîlan di nîv sala destpêkê ya 2021'ê de gihîşt asteke rekorê. Nexasim ji Gulanê yanî vekişîna hêzên navneteweyî ve êrişên Talîbanê zêde bûne û pê re jî hejmara qurbaniyên sivîl zêde bûye."

Nûnera Taybet a NY´ê li Kabîlê Deborah Lyons got, "Rapor nîşan dide ku heger pêşî li şidetê neyê girtin, îsal wê di asteke berê nedîtî de sivîlên Efxan jiyana xwe ji dest bidin. Ez bang li Talîbanê û lîderiya Efxan dikim da ku bandora giran a şer a li ser sivîlan bibînin."

Li gorî rapora UNAMA'yê di nîvê destpêkê yê sala 2021'ê de 1659 sivîl hatin kuştin, 3254 sivîl jî birîndar bûn. li gorî nîvê destpêkê yê sala 2020’an ev zêdebûneke ji sedî 47 e.

Li gorî raporê ji sedî 64, komên li dijî hikûmetê ji kuştina sivîlan berpirsyar in.

KABÎL