Şêwekara Katalan Andrea Btoy di salvegera Şoreşa Rojava de li kolaneke ya Viyanayê wêneyên şervanên YPJ’ê xêz kir.
Andrea Btoy ji bo hefteyekê li paytexta Awûstûrya Viyanayê pêşangehekê veke hatibû. Wê 19'ê Tîrmehê ku salvegera Şoreşa Rojava ye, li ser dîwarê avahiya ku tê de pêşangeh hebû, şervanên YPJ’ê xêz kir. Boty ji ANF’ê re axivî û got: “Ez jî bi hunerê xwe xwedî li şoreşê derdikevim. Ji niha û şûnde jî ez ê tim xwedî lê derkevim. Piştevaniya bi Kurdan re ji bo min rûmetek e. Her demê ji bo festîval an çalakiyên cih be ez amade me ku tevlî bibim. Silavên xwe ji bo hemû şervanên enternasyonalîst ên ji bo azadiya Kurdistanê şer dikin dişînim, dil, hunera minn her demê li gel we ye. Jin, jiyan azadî.’’
Her wiha di salvegera Şoreşa Rojava de dîwarên bajarê Îtalya Lîvorno jî bi wêneyên şervanên YPG û YPJ xemilî.
NAVENDA NÛÇEYAN