Sebah Ebdilrehman 55 salî ye. Ew xebatkarekî şaredariyê ye li devera Behdînanê. Ew li nava gund û navçeyan bi pêsuntaman diçe û tê. Pêsûntam navê wan daran e ku mirov pê li wan dikin û bi wan bêyî ku pê û pêlavên xwe bikin herî dimeşin. Li gorî Sebah Ebdilrehman ev adeteke kevin e li gundên Behdînanê. Niha ev adet niha tine dibe.
Ew dibêje, "Gelek ji min dipirsin, te ji kê rê înaya ev ilme, min go, ilmê bav û bapîran e."
Ew dibêje, berê nexasim zivistanan gava nava gundan herî bû ji ber baranê yan jî berfa dihele, yan jî ji ber rêxa heywanan, xelk bi van darstûnan meşiyane da ku gava biçin malan, xasma malên cîranan, pî û pêlavên wan paqij bin.
Ew van darstûnan bi kar tîne, ji ber ku adeteke pêşiyan e û ew dixwaze nifşê nû jî bibînin mirov çawa bi wan dimeşe. Ew dar stûnên xwe li darên mazî yên li çiyayên dewr û berê dibirre.
DIHOK