Li dijî feqîriyê kooperatîfek

Nûçeyên Jin

Yekşem 6 Adar 2022 - 22:27

  • Karmenda Kooperatîfê Pinar Baş, da zanîn ku pirgirêka herî mezin a jinan, xizanî ye û divê ji bo hilberînê piştgiriyê bidin jinan.

 MELÎKE AYDIN / JINNEWS/IZMÎR

Kooperatîfa Jinên Dêrsimê, keda bi dehan jinan dihewîne. Karmenda Kooperatîfê Pinar Baş, da zanîn ku pirgirêka herî mezin a jinan, xizanî ye û divê ji bo hilberînê piştgiriyê bidin jinan.

Kooperatîfa Jinên  Dêrsîmê di 19’ê Adarê de li qada fuarê ya şaredariya Çîglî bi dezgeha xwe wê damezrandina xwe îlan bike. Karmenda wê Pinar Baş a di destpêka pêvajoyê de cih girt, behsa pêvajoyê kir û bal bire ser bêkarî û feqîriya jinan.

Pinarê got, koperatîf li navçeyên Dêrsimê û Izmîrê xwe bi pêş dixe. Pinarê ji bo debara xwe bike, ji kargehekê re xişir çêkirine û firotine.

Xwediyê fîrmayê gustîlkeke wê diecibîne û piştre jê dixwaze ku 10 hezaran jê re çêke. Pinar li ser vê diçe navçeya Pertek a Dêrsîmê û bi 10 jinan re dest bi kar dike. Li ser îlana Pinarê, 200 jin miracaet dikin da ku pê re kar bikin. Ji ber vê jî, pêvajoya kooperatîfbûnê dest pê dike. Li gorî Pinarê, vê yekê hejarî û feqîriya navçeyê jî derxistiye holê û  li ser vê zaroka xwe jî tîne û li Pertekê bi cih dibe.

Pinarê pêşî jin hîn kirine, ka ew ê çawa xişiran çêkirin: “Me ji têlên kabloyan derzî çêkirin û me berhem wisa çêkirin. Piştre bi modelên nû, em hewl da fîrmayên nû bibînin. Piştî pêvajoya du sal û nîvan, me biryar da di bin sîwana kolektîf de bixebitin. Min hevserokatiya komeleya Dêrsimiyan kir. Hevalên rêveberiyê jî alîkarî dan. Me biryar da em Kooperatîfa Jinên Dêrsimî ya Izmîrê ava bikin. Piştî salekê, me kooperatîf ava kir.”

Li gorî wê xebata wan bi jinan re di warê aborî de alîkar dibe: “Piştgiriya kar ne tenê aborî ye. Dibêje, ez naxwazim li malê rûnim. Jinê pirsgirêkên wan yên psîkolojîk hebûn bi vê pêvajoyê dermanên xwe kêm kirin. Hinekan jî bi giştî dev ji dermanan berda. Li Pertekê îstîxdama jinê tine ye. Niha em hewl didin bi 8-9 jinan re çente û şepqeyan çêkin. Jin gelekî serketî ne. Jinan xwe tenê hîs dikir. Lê bi vê xebatê bixwebaweriya wan zêde bû. 55 jin û hostetiyên wan ên cihê hene. Kooperatîfa me wê di 19’ê Adarê de li Qada Fuara Şaredariya Çîglî dezgeha xwe deyne. Damezrandina xwe jî wê li wir ragihîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.