Înîsiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran wesayît û dikanên faşîstên Tirk şewitandin. Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û ragihand ku li Amed, Stenbol, Kocaeliyê 13 wesayit û febrîqeyek şewitandine, li dijî wesayiteke zirxî jî çalakiya bombeyî kirine. Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê li Arnavûtkoy a Stenbolê li dijî wesayiteke polîsan çalakî li dar xistin.
Înîsiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku ew ê AKP û MHP’ê bikin hedef. Înîsiyatîfê xwest bila ciwanên Kurd di nav artêşa Tirk de ‘çalakiyên tolhildanê’ bikin.
Înîsiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan di 24-26’ê Nîsanê de li Stenbol, Afyonkarahîsar, Bûrsa, Osmaniye, Antalya, Îzmîr, Amasya û Mêrsinê gelek fabrîke, dikan, wesayît û konteynirên faşîstên AKP û MHP’ê şewitandine.
Tîrêjên Rojê ji faşîstan re rehetî nehişt
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û got, "Em Pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê silav dikin û soz didin ku em ê berxwedana wan li bajaran geş bikin."
Wê bîlançoya çalakiyên xwe wiha eşkere kir:
"20'ê Nîsanê li taxa 5 Nîsanê ya Amedê li dijî firoşkarên narkotîkê, çalakî hate kirin û kesê bi navê 'Uso' hate cezakirin.
21'ê Nîsanê li taxa Şeyh Şamil a navçeya Baxler a Amedê li dijî malek û kargehek ku bazirganiya narkotîkê lê dihate kirin çalakî hate kirin, 2 kes hatin cezakirin.
22'ê Nîsanê li taxa Bagivar a li ser rêya berê ya Amed-Farqînê li dijî wesayiteke zirxî çalakiyeke bombeyî hate kirin. Wesayit qulibî, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.
25'ê Nîsanê li Tûzla ya Stenbolê otoparkeke AKP'iyan bû hedefa çalakiya yekîneyên me, 7 wesayitên tê de hatin şewitandin.
26'ê Nîsanê li Beykoz a Stenbolê 6 wesayitên luks ên karsazên AKP-MHP'î hatin şewitandin.
26'ê Nîsanê li Dîlovasiya Kocaeliyê fabrîkeyeke deterjanê ya faşîstan hate şewitandin."
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê li Arnavûtkoy a Stenbolê li dijî wesayiteke polîsan çalakî kir.
Di daxuyaniya milîsan de hate gotin, "Şeva 25'ê Nîsana 2021'ê li taxa Karlibayir a navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê wesayiteke polîsên sivîl hate şewitandin."