HBDH-Kurdistanê li navçeya Mêrdînê Qoserê, mal û gundikê serekcerdevanekî da ber êgir.
Li gorî daxuyaniya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a Kurdsitanê bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Sînan Dersim, milîsên HDBH Kurdistanê 1'ê Gulanê derengiya şevê li taxa Tiladesê ya Qoserê, mala kontrayekî hevkar ê bi navê Ridvan Akkaya û gundikê wî şewitandine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Serekcerdevanê bi navê Ridvan Akkaya ji êrişa li dijî dînamîkên şoreşger ên herêmê bi asta pêşî berpis e. Li dijî têkoşîna azadiyê ya li Kurdsitanê xebatan dike û di nav gelek êrişan de cih girtiye.''
NAVENDA NÛÇEYAN