• Dewleta Tirk û cerdavanên wê li Cûdî dar nehiştin!

Li çiyayê Cûdî cerdavanan ji bo çêkirina qaleqolên dewleta Tirk hingî dar birîne, heta ber bi Şirnexê ve hatine. Xelkê Şirnexê ji vê qirkirina ekolojîk ku her carê li derekî çiyayê Cûdî diqewime, nerazî ne.
Cerdevanên li Botanê li gundên Cifane, Nerex, Gilindor û Nêvava yên girêdayî navenda Şirnexê û li gundên Sorbitnê û Bêşêrê yên aliyê navçeya Silopyayê daran dibirin. Her wiha li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî yên bejahiya gundê Gundikê Remo jî dar tên birîn. 
 
Dibirin û difiroşin

Li herêmên navbirî heta niha bi deh hezaran dar hatine birîn. Darên ku tên birîn ji bo înşaatên qaleqol û qereqolên li vê herêmê ye. Her wiha cerdavan wan difiroşin. Cendirmeyên Tirk nahêle kes têkeve wir jî.

MA/ŞIRNEX