Bi boneya salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê Festîvala Rewşenbîrî û Bazarsazî dest pê kir. Di festîvalê de berhemên navxweyî, karê destan ên jinan, xwarinên Kurdewar, kel û pelên resen yên Kurdî tên nîşandan. Destpêka merasîma vekirina festîvalê Dara Mamlêsî axivî û got; “Ew difikirin ku hinek festîvalên din jî li dar bixin, niha li Çemçemalê pirsgirêka xaniyên dibistanan hene. Ji ber ku hikumet navçeya Çemçemal û Kifrî paşguh dike, gelek projeyên heyîn nehatine temamkirin.”
Hêjayî gotinê 5’ê Adara 1991’an xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Baasê serî hilda û di 9’ê Adarê de navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê rizgar kir.
ROJNEWS/ÇEMÇEMAL