Li Binarê Qendîlê bi merasîmekê perde li ser peykerê Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Şehîd Heval Helmet (Diyar Xerîb) hate rakirin.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Heval Helmet, tevî hevrêyên xwe Dewran û Şahîn 5’ê Tîrmeha 2019’an di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.
Ji bo wî pêr li Binarê Qendîlê merasîmeke bîranînê çêbû.
Di merasîma li gundê Îndzê yê Binarê Qendîlê de perde ji ser peykerê Diyar Xerîb hate rakirin. Perdeya li ser peyker ji aliyê Dayika Diyar Xerîb, Sediye Nazim ve hate hilanîn.
Li ser navê malbatê, birayê şehîd Heval Helmet, Rizgar Xerîb axivî û malavahiya beşdaran kir. Rizgar Xerîb destpêka sala 43’yan a têkoşînê ya
PKK’ê li her kesî pîroz kir û bang kir ku têkoşîna şehîd Diyar Xerîb û hevrêyên wî bêhtir bê xurtkirin.
Serokê rêxistina Darko, Elî Qadir li merasîmê got, Diyar Xerîb bi têkoşîna xwe bû semboleke neteweyî û bi hezaran şagirtên Apoyî li pey xwe hiştin.
Hevşaredarê Binarê Qendîlê, Mehmed Hesen jî destnîşan kir ku Qendîl bi têkoşîna şehîd Diyar Xerîb serbilind e.
ROJNEWS/QENDÎL