- Şaxa Yekmal a bajarên Bielefeld û Herford ji bo Cejna Zimanê Kurdî û 10 saliya Dersên Zimanê Kurdî li Bielefeldê bernameyek organîze kir. Malbat, mamoste û zarokên ku tevlî dersan dibin beşdarî pîrozbahiyê bûn.
ARAT ARARAT/
BIELEFELD
Komeleya Yekmal li Bielefeldê ji bo Cejna Zimanê Kurdî pîrozbahiyekê li dar xist. Mamosteyên Kurd Abdulqadîr Ulumaskan, Rêzan Hesinkar, Dr. Serbest Raman (Faraj Remmo), ji rêveberiya Komeleya Elewîyan a Bielefeld Îsmaîl Taş, Xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Bielefeld, rêveberiyên şaxa Yekmal a Herford û Bielefeld tevlî bernameyê bûn.
Pîrozbahî li Salona IBZ (Integratonale Begegenungzentrum)‘ê a Muhlenstr. 56 Bielefeldê, saet 17.00 an da pêk hat.
Beriya destpêkirina bernameyê Dr. Serbest Raman ku ji ber tendurîstîyê xwe nikarîbû derketa qata jorîn em li derve pê re axivîn. Dr. Serbest Raman li Zanîngeha Bielefeldê weke mamoste kar dike û Kurdê Lûbnanê ye. Dr. Serbest Raman balê bir qedexeyên li ser zimanê Kurdî û got; “Îro rojeke pirr dîrokî ye. Her mirowekî mafê wî heye bi zimanê xwe perwerde bibîne. Welatê me dagir kirine zimanê me jî qedexe kirine. Îro pêwîste gelê Kurd çalakiyên xwe hîn bêhtir zêde xurttir bike. Divê zimanê me jî weke zimanên din bi awayekî fermî were qebûl kirin.” Dr. Serbest Raman piştî axavtina xwe bi dawî kir diyariyek da rêveberiya Yekmalê.
Li hêla din dayik û zarokên Kurd jî ji bo pîrozbahiyê pirr kêfxweş bûn. Keçika bi navê Rojîn ku diçe pola 5’an û li Bielefeldê tevlî dersên ziman dibe hestên xwe yên ji bo cejna ziman bi vî awayî anî ziman; “Mamosteyên me pirr bi me re eleqedar dibin. Ez niha bi saya wan dikarim bi Kurdî bixwînim û binivisînim. Wekî din jî em di dersan de gelek tiştî hîn dibin. Ji dersên Kurdî pirr hez dikim.” Dayika Kurd a bi navê Bihar jî ji bo pîrozbahiya cejna ziman got; “Weke dayikeke Kurd pirr kêfxweş im ku zarokên min diçin dersa zimanê Kurdî. Hevîdarim hemû malbatên Kurd zarokên xwe bişînin dersê.”
Kurdî mafekî gerdûnî ye
Pîrozbahî bi gotina stranên Kurdî dest pê kir. Piştî stranan mamoste Rêzan Hesinkar li ser Cejna Zimanê Kurdî axivî û balê bir ser dîroka 15’ê Gulanê ango Cejna Ziman; “Mîr Celadet Bedirxan, 92 sal berê di 15’ê Gulana 1932’yan de li bajarê Şamê hejmara yekem ya Kovara Hawarê, bi tîpên latînî û erebî derxist. Ew roj ji bo zimanê Kurdî bû mîlad. Lewre yekem car bû ku tîpên latînî di Kurdî de dihatin bikaranîn. Beriya derêxistina Hawarê Celadet Bedirxan bi Roger Lescot re li ser alfabeya Kurdî xebitîbû û alfabe hatibû destnîşankirin. Di encama xebata bi salan alfabeyek ji 31 tîpî ji bo zimanê Kurdî hatibû sazkirin.” Mamoste Rêzan di berdewamiya axaftina xwe de balê bir ser gringîya perwerdeya zimanê Kurdî û wiha pê de çû; “Mafekî gerdûnî ye ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Jixwe parastina herî mezin ev e ku di perwerdeyê de zimanê zikmakî bê bikaranîn, zarok û ciwanên Kurd bi zimanê zikmakî-bi Kurdî- perwerde bibin.“
Heta serketinê me hêvî qut nekirin
Beriya 10 salan li bajarê Bielefeldê çend dilxwazên zimanê Kurdî dest bi xebatên ziman dikin ku dersên Kurdî li dibistanên Bilefeldê weke fermî bên dayîn. Ji bo vî tiştî 4 sal dixebitin û di sala 2014’an de li 8 dibistanan bi awayekî fermî dest pê dikin. Li ser vê serpêhatiyê endamê Yekmal a Herfordê, Murat Mang ku wê demê di nava van xebatan de bû got; “Di Sibata 2011’an de me bi rêya postayê ango bi awayekî fermî miracaetî dibistanan kir. Qederê 20 mehan em li benda bersiva wan man. Ti bersiv nedan me. Li ser vê yekê me di warê dîplomasiyê de zorê da wan. Bi rêya partiyên siyasî û kesên weke Îsmaîl Taş û Faraj Remmo me dest bi xebatên xwe kirin. Her wiha me daxuyanî da çapemeniyê. Yanî me ti carî hêviyên xwe qut nekir û ji xwe di dawiyê de xwesteke me qebûl kirin û em di vî warî de bi ser ketin.”
Sedemên kêmbûna hejmara zarokan
Piştî Murat Mang mamoste Abdulqadîr Ulumaskan ku ev qederê 10 sal in li Bielefeld û 6 sal jî li Herfordê dersa zimanê Kurdî dide axivî. Mamoste Ulumaskan got; “Li gorî lêkolînên zanistî, li ser pêşketina zarokan zimanê dayikê, duzimanî û pirzimanî, ji aliyê; kesayet, derûnî, çandî, civakî, akademîk û aborî de gelek bandorên erênî dike.“ Îro 10 zimanên bîyanî weke ders li dibistanên Bielefedê tên dayîn û yek jî wan jî Kurdî ye. Mamoste Ulumaskan ji bo vî tiştî jî got; “Di sala 2014’an da li 8 dibistanan191 xwandekar hebûn. Îro di 4 dibistanan de 62 zarok in. Li gor min sedemên kêmbûna hejmara zarokan a sereke ev in; 1. Gelek malbat difikirin, dersên Kurdî ji bo Elmanî astengî ye, lê ne rast e. 2. Hinek malbat di dersên Kurdî de karekê nabînin, lê nafikirin an nizanin, ji bo serkeftinê, ji zarokan re bixwebawerî jî gelekî girîng û hewce ye. 3. Hinek dibêjin: ‘Zarokên me bi Kurdî zanin’ lê ziman ne tenê axaftin e. 4. Gelek malbat li ser xwesteka zarokan dihêlin û dibên: ‘Zarok naxwazin’ 5. Hinek dibêjin; ‘Ev ne zimanê me ye’ lê zimanê nivîskî, devikî û standart. 6. Bêhtir zarokên Başûrê Kurdistanê û Êzdiyan tên dersan. Ên bakur pir kêm in. 7. Ders pirranî piştî nîvroj in. (Lê ev ji bo hemû zimanan weha ye) 8. Xwendekarên ji dibistanên cuda, naxwazin biçin dibistanên din 9. Hinek xwendekar piştî nîvroj diçin, werzîş û çalakiyên wekî din 10. Rojê du caran anîn û birina zarokan ji bo malbatan zahmet e 11. Destpêke tên lê ji bo berdewamiyê ango hatinê malbat hewl nadin. 12. Di rewşa dersan de rol û performansa mamoste jî gelekî girîng e.“
Mamoste hatin xelatkirin
Piştî axaftin bi dawî bûn xelkê ked û piştgiriya saziya Yekmalê ya ji bo zimanê Kurdî pîroz kir. Her wiha mamoste Abdulqadîr Ulumaskan, Rêzan Hesinkar û Îsmaîl Taş hatin xelatkirin. Piştî xelat hatin belavkirin li ser girîngiya zimanê Kurdî sînevîzyonek jî hate nîşandan. Herî dawî Koma Dengê Gel derket ser dikê û stranên xwe gotin. Bernameya pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî bi çepikan bi dawî bû.