Li Bazara Jinan 400 zilam

Nûçeyên Jin

Şemî 22 Gulan 2021 - 03:17

Tevî nerazîbûnên jinên dikandar jî, li Bazara Jinan a Jiyanê di encama avêtina pişkê de 400 zilam hatin bicihkirin. Zilamên ku gotin di pişkê de hîle heye jî şerê hev kirin. 

Ji bo dikandarên nû bigirin Bazara Jinan a Jiyanê ya li navçeya Baxler a Amedê, pişk hat avêtin. Zilamên ji bo pişkavêtinê hazir jî bi hev ketin û şerê hev kirin. Li gorî qeydan 212 jin li Bazarê cih digirin. Niha hejmara jinên dikandar bûye 150. Huseyîn Beyoglû yê AKP’yî ku tayînî Şaredariya Baxlerê hatiye kirin, di civînekê de got, wan biryar daye ku 400 zilaman li bazara jinan bi cih bikin. Ji bo vê jî pişk hat avêtin. 

Xebero dema avêtina pişkê, noter jî hazir bûye. Lê di dema avêtina pişkê de weşana zindî nehat kirin. ji ber wê jî kesên beşdar bûn, gotin hîle hatiye kirin. Pêvçûn jî ji ber vê çêbû.Jinek dikandar a li Bazarê, dibêje, ew bi fikar e, ji ber ku zilam her tim şer dikin, çêran ji hev re dibêjin û zorê li wan dikin da ku ji wan re bixebitin.

AMED

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.