Ji bo cilûbergên gelêrî kargeha Lîlîtê
Sêşem 3 Mijdar 2020 - 23:56
Kargeha Lîlît a jin wê bi rê ve dibin, ji bo pêkhateyan hemûyan cilên gelêrî çêdike. Ew di demeke zû de daxwazên xelkê bi cih tîne û xelk jî jê razî ye.
Kargeha Lîlît a cil û bergên gelêrî, ji wan projeyên girîng ên jinan e. Kargeh sala 2018'an bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şideta beramberî Jinan a Cîhanê bi sponsoriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hatibû vekirin.
Di kargehê de 5 jin bi awayekî kollektîf dixebitin, cil û bergên gelêrî yên Kurd, Erebî û Suryaniyan didirûn. ew wekî din cilûbergên medenî ji bo jin, mêr û zarokan didirûn û neqşan l i wan dixin. Ew berhemên xwe ji buhayê li sûkê kêmtir difiroşin.
Kargeh cilan ji bo komên hunerî jî çêdike û dewreyên perwerdeyê yên terzîtiyê jî ji jinan re organîze dike.
Hevseroka Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê Rewda Hesen dibêje, sedema vekirina kargehê piştgirîdayîna jinan e da ku projeyên rengîn bi pêş bixin.
Rewda wekî din got, elaqeya cilûbergên gelêrî vê dawiyê di nava Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û Ermenan de zêde bûye.
ANHA/QAMIŞLO