Li Baselê sersaxî hatin qebûlkirin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 20 Sibat 2023 - 01:00

Ji bo kesen ku di erdhejê de jiyana xwe jidest dane, teziye hatin danîn.

Ji bo kesên li Kurdistanê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li bajarên Basel, Listal a girêdayî kantona Baselê, Lengnau ya girêdayî kantona Aargau û bajarê Lorrach a Elmanya teziye hatin danîn.

Li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Baselê, ji bo malbata Maniş ku li gundê Sofular a Bazarcixa Mereşê 11 kesan jiyana xwe jidest dabûn, teziye hate danîn û bi sedan kes beşdar bûn. Hate hînbûn ku hîn ji xizmên vê malbatê yên di bin xirbeyan de mane, hene. Rêveberên Komeleya Malbatên Wendakirî û Şehîdan (KOMAW) a Swîsreyê jî çûn serdana sersaxiyê. Li Mala Cemê ya Elewî ya Baselê jî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, Cem hatin kirin.

BASEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.