
Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, ji bo kesên ku dixwazin bi nêrîneke kûrtir û zanistî nêzî muzîkê bibin, kursa ‘Destpêka Zanista Etnomuzîkolojiyê’ dide destpêkirin. Kursa ku ji bo qada etnomuzîkolojiyê wekî destpêk e ya ku muzîkê ne tenê di ser deng û melodiyan re, lê di çarçoveya çand, civak, dîrok, nasname, rîtûel û jiyana mirovan de dinirxîne dê fersendê bide beşdaran ku têgeh, teorî û nêzîkatiyên bingehîn ên vê şaxê zanistê bi awayekî sîstematîk binasin.
Kurs dê 12 hefteyan berdewam bike
Kursa ku dê bi temamî bi naverokeke teorîk were meşandin, dê 3 mehan anku 12 hefteyan bidome. Li perwerdehiyên ku dê her hefte wekî rûniştinekê werin lidarxistin; di serî de mijarên mîna ‘Etnomuzîkolojî çi ye?’, ‘Muzîk û çand’, ‘Muzîk û nasname’, ‘Muzîk û civak’, ‘Muzîk û rîtûel’ û ‘Rêbazên lêkolînê di etnomuzîkolojiyê de’ û gelek mijarên bingehîn ên vê qadê werin nirxandin.
Ders dê bi Kurdî bên dayîn
Zimanê perwerdehiya kursê ya ku dê ji aliyê Mamoste Salar Mamli ve were dayîn, dê Kurdî be. Perwerdehiya ku dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê were lidarxistin; ji bo xwendekarên muzîkê, lêkolîner, muzîkjen, mamoste, hezkiriyên muzîkê û her kesê ku dixwaze bi perspektîfeke zanîstî nêzî muzîkê bibe, vekirî ye.
Serlêdan di navbera 9-19ê Tîrmehê de ne
Welatiyên 18 salî û jortirîn dê bikaribin serî li kursê bixin. Serlêdan dê di navbera 9-19ê Tîrmehê de werin girtin. Qeydên kursê dê li ser navnîşana https://dismek.diyarbakir.bel.tr bên çêkirin. AMED







