• Îran bi asîmîlasyon û nermî siyaseta kuştina zimanê Kurdî dewam dike. Ev siyaseta hanê ya kuştina Kurdî xwe berê di darvekirina mamosteyê dibistanê Ferhad Kemanger de dabû der, lê cezabirrîna ji ber hînkirina Kurdî ya Zara Mihemedî jî bi awayekî çor xwe da der a heman siyasetê ne.

Dadgeheke rejîma Îranê 14´ê Hezîrana 2020´an 10 sal cezayê hepsê li mamosteya zimanê Kurdî û çalakgera civaka sivîl Zara (Zehra) Mihemedî birrî. Ew pêşî 23´yê Gulana 2019´an li Sine hatibû girtin. Beriya bê girtin jî ew gelek caran ketibû ber lêpirsînên dirêj ên rêxistina îstîxbaratê ya Pasdaran. Kanûna heman salê bi kefaletê ew hat berdan. Di dema girtina wê de êşkence lê hat kirin da ku mikurhatinên derew qebûl bike.
Dadgeha ku ji ber fêrkirina Kurdî ceza li Zara Mihemedî birî, hesabê xwe baş kiribû, ji bo her sala ku wê dersa bi Kurdî dayî, salek ceza lê birrîbû. Ew niha bi kefaletê berdayî be jî, birrîna vî cezayî gelekî manedar e.
Di vîdeoyeke hingê li ser medya civakî parvekirî de Zara sûcên lê tên barkirin wiha dike rêz: "Fêrkirina zimanê xwe yê dayikê. Li kolanan belavkirina çukolatayê di Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de û alîkariya bi mexdûrên lehiya li Loristanê."

Krîmînalîzekirina zimanê Kurdî

Li Îranê ku miletên ne Fars in, pirraniya serjimarê pêk tînin, Farisî yekane zimanê qanûnî yê dibistanê ye. Di vî warî de neheqî li hindikahiyên etnîk yên weke Erebên Ehwazê, Azerî, Belûçî, Kurd û Turkmen tê kirin.
Destûra Bingehîn a Îranê zimanên li derveyî Farsî, bi nava mentiqeke mêhtingehker de weke "zimanên herêmî û eşîrî" bi nav dike. Tevî ku Îranê sala 1989´an Peymana Navneteweyî ya li ser Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî mohr kiriye jî, hînkirin û hînbûna Kurdî li Îranê her bi cezayên giran hatiye cezakirin.
Belkî 9´ê Gulanê darvekirina mamosteyê dibistanê yê Kurd Ferzad Kemanger, nîşana vê ya herî eşkere be. Hînkirina zimanê Kurdî û çîrokên Kurdan ji sûcdariyên sereke yên dewleta Îranê bûn.

Kuştineke nerm a Kurdî

Îran ji mêj ve siyaseteke asîmîlekirin û kuştineke nerm li dijî zimanê miletê Kurd tetbîq dike. Zimanzan Cafer Şeyxolîslamî vê rewşê weke “xweşbîniya kontrolkirî û sînordarkirî” bi nav dike. Tevî ku Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha kurdistanê ya li Sine hatiye vekirin jî, li dibistanan qedexekirina Kurdî ji bo misogerkirina tinekirina wî bi xwe ye; çawa ku Jim Cummins, Tove Skutnabb-Kangas û Cafer Şeyxolîslamî jî îfade dikin.
Ji bo misogerkirina vê asîmîlasyonê. Hefteyekê piştî girtina Zarayê, 29´ê Gulana 2019´an, Alîkarê Serokê Beşa Perwerdeyê ya Îranê, Rezwan Hakîmzadeh da zanîn ku testa "têrkeriya zimanê Farsî" wê li saziyên beriya dibistanê bê ferzkirin. Bi vî awayî, gava zarokekî 5 salî di vê testê de bi ser neket, wê miameleya zarokên kêm, korfêm, astengiya wê ya hînbûnê heye, pê re bê kirin. Ev siyaseta dewletê, ya dewletên mêhtinger bi bîr dixe ku armanca wan ji holê rakirina ziman, çand û nasnameya deverên mêtingehkirî bû.

Alîkariya bê kêr dikin

Li hemberî vê siyaseta hanê hînkirina Kurdî bi xwebexşên weke Zarayê dibe. Îsal mamosteyê teqawît Cemal Hebîbulah Ferec Bedar Quran wergerand zimanê xwe yê dayikê Hewramî, bi hêviya ku ev şêwezarê Kurdî yê ku di lîsteya UNESCO´yê ya zimanên di tehlûkê de ji mirinê bifilite. Halê hazir ne Kurd û ne jî zimanên din ji bilî Farsî li Îranê xwedî statuyekê ne. Ji ber wê jî ji xizmetên giştî sûdê jî wernagirin.
Çend tiştên weke kanalên radyo, televizyonê, Beşa Ziman û Wejeya Kurdî jî belkî çêtir e mirov bi perspektîfa yekî herî navdar di meseleya doza perwerdeya bi pirr zimanan, Jim Cummins binirxîne: “Koma domînant dibe ku hin alîkariyê bide ji bo fêrkirina zimanan [yên hindikahiyan], lê ew gava vê dike dizane ku ev alîkariya hanê wê muhtemelen bêkêr be."

NAVENDA NÛÇEYAN