Kurt û Kurmancî maye

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 23 Çile 2022 - 22:09

  • Festîvala filman a Kurt û Kurmancî dewam dike. Bi rastî jî Kurd û Kurmancî ye, ji ber ku yek filma tenê ji bo dermanan bi Soranî, Kirmanckî (Dimilkî) nîne.

Festîvala filman a Kurt û Kurmancî dewam dike. Bi rastî jî Kurd û Kurmancî ye, ji ber ku yek filma tenê ji bo dermanan bi Soranî, Kirmanckî (Dimilkî) nîne. Lê dîsa weke înîsiyatîf divê mirov organîzatoran pîroz bike. Mijara festîvala yekê Kurdî bû. Elaqedarî wê jî di nava filmên bijartî de du nuqte derdikevin pêş; yek jî tirsa nemana Kurdî: weke xewnereşk di "Xwekuştin"a Huseyîn Denlî de, weke liberhevgirtina doh û îro di "Dem û dewran"a Resûl Bafeyî de, yan jî weke trawmayên elaqedarî dibistanê weke di "Dema niha" ya Ali Cikkan de. Ya din jî berxwedana li dijî zilmê û xwedîderketina li ziman e, weke şoreşa di "Êdî bêyî Tirs"a Ridwan Diharo de, weke berxwedana di "QWX"a Nurullah Akçan û weke vejîna di "Vegera giyan"a Bêrîvan Karatorak de.

Min dengê xwe da Êdî Bêyî Tirs a Ridwan Diharo. Ji ber ku li gorî filmên din senaryo diyartir û xurttir bû. Lîstikvanên zarok û mamoste jî weke lîstikvan serketî bûn. Gerçî zarokên lîstikvan di filma QWX de jî serketî bûn. Lê axir hevgirtina senaryo peyama wê bê dayîn, bi ya min di vê filmê de bi ser ketibû. Ez lê mikur têm ku film hemû jî di warê amadekirina senaryo û lîstikvaniyê de xeşîm bûn. Hinek zêde û hinek jê kêm, lê her xeşîm bûn. Heman tişt ji bo bikaranîna kamera û rohniyê jî lê ye. Ji ber ku guhekî min kerr e, ez li xwe menih dikim ku li ser deng fikra xwe bibêjim. 

Lê destpêke xweş bû. Mirov her dikare li tiştên wiha kurt binihêre û tamê ji tiştikên hûrik ên di filman de serketî ne, bigire. Min jî wisa kir. Piştî temaşekirina filman, kêfa min li min bû. Belkî ji ber Kurdî û xema ji bo Kurdî tê xwarin, kêfa min alîgir be, lê ma ya kî ji me ne alîgir e?

Di nava filman de lîstikvaniya mêrê di filma "Nîne" ya Hoshîn Issa de serketî bû. Heta "nefret di Kurmancî de nîne" weke fikra mîzahê jî ne xerab bû, lê di filmê de lîstikvaniya mayî û senaryoya qels, nehiştine ew mîzah bi ser keve. 

Li aliyê din senaryoya Dema Niha jî bi ya min dikarî têra xwe xurt be, lê li serê diyar e kêm hatiye xebitîn, muhtemele ku derhêner Ali Cikkan ji bo filmê bigihîne festîvalê hinekî lezandibe. 

Bi giştî ekîba festîvala kurtefilman Kurt û Kurmancî, karekî baş dike. Bila dewam bike û heger hin kes hebin destekî bidin vî karê wan, bi Sînemaya Kurdî û Tor Productionê jî, bila texsîr nekin. Ev festîval wê xurt bibe. 

Ha lê ez rexneya xwe ya destpêkê ji bîr nekim, organîzatoran Kurdî, di Kurmanciyê de asê kiriye. Divê organîzator ji bo festîvalên bê, qet nebe ji bo beşdariya bi Kirmanckî (Dimilkî) misoger bikin. Ev rexneya min a herî mezin e li organîzatoran. Nizanim, wan 16 film neqandine û gelo di nava filman de hîç ên bi Kirmanckî û Soranî nebûn? Cara bê dikarin kotayekê ji Kirmanckî re veqetînin, yan jî reklamên xwe bi Kirmanckî jî bikin û heta navê xwe jî bi Kirmanckî jî binivîsin. Tenê straneke ji bo zarokan a bi Kirmanckî di dawiya filmekê de heye û wekî din, bi qasî Tirkî jî em di nava 16 filmên yek deqîqeyî de Kirmanckî nabihîsin. Axir, serketî bin. 

Heger kesek bi xwaze li filman temaşe bike hîna 16-17 roj mane. Li ser malpera https://sinemayakurdi.net/ de hûn dikarin 1-17 deqîqeyên xwe veqetînin û li van filman temaşe bikin û dengê xwe bidin yekê ji filman. Filmên serketî bi dengê temaşevanan tên diyarkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.