Kurdî mafê gerdûnî ye!

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 11 Îlon 2023 - 00:10

Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk va ye dibistanên xwe ji nû ve vedike. Li kê vedike? Li zarokên Kurdan. Ew ê çi ji wan bike? Ew ê zimanê wan ê bûye Tirkî qenc bike Tirkî û nasnameya wan a Kurdî jî heta jê tê dejenere bike. Ew ê dîrokeke şaş hînî wan bike, ew ê her tişta ku ji bo qirkirina miletê wan lazim e, li van dibistanan bîne serê zarokên Kurd.

Ev destpêka “perwerdeya” bi Tirkî, ev destpêka dibistanê, hem tîne bîra min çawa birînên kûr di nava dil û ruhê min de derbûne û her ku qirkirin bi pêş dikeve, ev birîn bêhtir diarin û jixwe, qet nakewin. Lê li aliyê din ez bivênevê berê xwe didim wan gotinên pûç û beredayî ku qaşo argumanên me ne ji bo xwendina bi Kurdî. Weleh dilteng û pêsîrteng dibim.

Ez xweşik behsa meseleyê bikim; ne ku ji ber xêr û bêra wê Kurdî divê bibe zimanê perwerdeyê, nexêr! Ji ber ku ew ji mafên sereke yên insan e, divê bibe zimanê perwerdeyê. Ev mafê hanê bi tevahiya dînan jî misoger e bi tevahiya qanûnên navneteweyî jî. Yanî yek ji wan mafan e ku insan pê dibe insan. Gava ku zimanê Kurdî bi şert û mercan ve bi girêdan û wiha weke zimanekî perwerdeyê lazim bibe bê rewakirin, hingê em înkar dikin ku Kurdî zimanê miletekî ye. Ev înkar di heman demê de perdeyeke stûr diavêje ser rastiyeke bi eşkere jî: Dewleta Tirk Kurdan qir dike!

Carê her destpêka sala nû ya xwendinê, saziyên li Bakurê Kurdistanê hefteyek boykota dibistanan radigihandin. Ev boykot dibe ku bi temamî sembolîk be, dibe ku yên tevlî boykotê dibin kêm jî bin, lê ev boykot nîşandana helwêstekê bû. Helwêsteke li dijî qirkirina Kurdan. Îsal me ew boykot nedît, yanî me helwêsteke li dijî qirkirinê nedît. Û bi ya dewleta Tirk jî ev helwêst nedît, ew ê wêrektir bibe di êrişên xwe yên ji bo qirkirina Kurdan de. 

Em hîna bi wan argumanên koçberiyê perwerdeya Kurdî diparêzin, ev êdî ji nezanînê û wêde eybeke mezin e, şermeke sosirmet e. Mafekî ku li gorî tevahiya dînan jî Xweda dest nedayê, dewlet radibe dest didiyê, em jî radibin, weke ku em ne li welatê xwe bin, em çûbin welatine nû û di nava pirraniyeke zêde de hewl didin zimanê xwe biparêzin, argumanên kelevajî derdixin pêş: Zarok bi zimanê dayikê bixwîne baş e, zarok serketîtir dibe, filan û bêvan…

Di peywenda qirkirinê de ev arguman pûç û belaş in. Di vê xespkirina vî mafê wekî sûcê li dijî mirovahiyê û hebûna vî mafê wekî mafekî gerdûnî bê dîtin, mirov bike xelk jî vê wisa bibîne û em tevahiya enerjiya xwe ji wê yekê re di warê saziyên sendîkayî, saziyên perwerdeya Kurdî ji vê yekê re veqetînin: Ne ku em hînî zimanekî dibin gava em bi Tirkî perwerde dibin, ya ku diqewime ev e: Em hêdî hêdî tên qirkirin. Dermanê wê jî bê şert û merc doza perwerdeya bi zimanê Kurdî ye. Ji bo vê lazim e em helwêstên li rûmeta miletekî tên, nîşan bidin.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.