Kurdê Konyayê bû serokê meclîsa Baselê

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 14 Çile 2023 - 03:14

Meclisa Kantona Baselê ya li Swîsreyê, kurdekî ji Konyayê Bulent Pekerman ê ji partiya Kesk a Lîberal (GLP) weke serokê nû yê meclîsê hilbijart.  

Bulent Pekerman, di hilbijartinên 11'ê Çile de weke serokê meclîsê hat hilbijartin. Di dengdanê de Bulent Pekerman  ji 99 parlamenteran dengê 87'an wergirt.  

Li vir, ev cara ewilî ye ku kesekî koçber dibe serokêî parlamenê. Û ev kes jî Kurdekî ji Konyayê, ji gundê Kelhesen a ser bi Qulû ve ye. Pekerman beriya niha alîkarê seroka heman meclîsê Jo Vergeatê bû. Wezîfeya Pekerman wê Sibatê dest pê bike û salekê dewam bike. 

Ev demeke dirêj e ku Bulent Pekerman di di siyaseta kantonê de çalak e. Di hilbijartinên meclîsa kantonê de Kurdan destek dabû wî. Bulent Pekerman ê 45 salî ev du sal in parlamenterê Baselê ye. Weke pîşe ew mamosteyê ajotina erebeyan e. Lê wî ew sala 2009 û sala 2013'an jî ketibû meclîsa kantonê- Vê sala dawiyê jî ew di heman demê de waliyê Baselê bû. 

Bulent Pekerman, ji Kurdên Anatoliya Navîn e. ew ji gundê Kelhesen ê Qulûya Konyayê ye. Ew 15 salî koçber dibe û li Swîsreyê bi cih dibe. Beriya siyasetê wî mamostetiya ajotina erebeyan dikir.

BASEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.