Gava gelek ji me peyva “kundir” dibihîzin, strana Kundirê Mîranê tê bîra me. Ew kundirê qetîtka wî bi zêr! Lê gava em her payîz dibînin li welatên rojavayî kundirên wisa mezin çêdikin ku weke ji welatê dêwan xuya dikin, em hingê li çîrokan vedigerin.
Axir vê payîzê jî va ye resmên kundirên ji welatên dewan belav dibin. Ya ku ev kundir çandî û a welê mezin kirî, Jenna Brown e. Ew dibêje, “Baxçevanî fîzyoterapiya min bû.” Li vir tevî zarokên xwe Effie û William xuya dike. Ew dibêje, çandina kundiran bi kêra wê hatiye ku piştî emeliyatê bê ser xwe.

Wêne yê Sam Frost e ji rojnameya The Guardianê.

NAVENDA NÛÇEYAN