- Hunermend û sêwirîner Yuta Okuda bi “tiştên piçûk” yên ku em zêde bala xwe nadin wan, dadikeve û ji van tiştên piçûk wêneyên razber yên kulîlkên rengo rengo derdixe holê.
Hunermend û sêwirîner Yuta Okuda bi “tiştên piçûk” yên ku em zêde bala xwe nadin wan, dadikeve û ji van tiştên piçûk wêneyên razber yên kulîlkên rengo rengo derdixe holê. Wî bi tobloyên xwe yên dawiyê bala mirovan biriye ser kulîlkan û bi rengên zindî yên ku dibiriqin kulîlkên xweşik sêwirandine li ser tabloyan.
Yuta Okuda ji bo van kulîlkên xweşik xêz bike ji bibîranînên xwe yên zarokatiyê sûdê werdigire, ji lewma ev kulîlk ew nîşaneyên piçûk ên dema zarokatiya wî bi xwe ne.
Okuda ji bo van kulîlkan biresmîne, boyaxa akrîlîk ya stûr bi kar tîne û nexasim van kulîlkan bi ripinên reş çêdike. Okuda dibêje, ev kulîlk ji ber rengên xwe dibe ku wek xebatên pop werin xuyakirin, lê wî hemû kulîlk bi baldarî hilbijartine: “Ne hewce ye ku ilehî wek kulîlkan werin xuyakirin jî, bi ya min rastiyeke kulîlkan ya berbiçav tine ye.”
Okuda beriya niha jî wêne çêdikirin, lê ev motîfên kulîlkan karên wî yên dawiyê ne. Piştî nexweşiya koronayê wî bala xwe bêhtir da tiştên piçûk yên ku mirov guh bi wan nakin û di van deman de li ser bibîranînên zarokatiya xwe sekinî û herî dawî ev kulîlkên xweşik çêkirin. Ev karên kulîlkan solo ya wî ya yekem e. Okuda ji bo van karên xwe ango soloya xwe navê “With
Gratitude” (Bi malavayhiyê) bi kar tîne û malavahiya bibîranînên xwe yên zarokatiyê dike.
NAVENDA NÛÇEYAN