Li Amedê jinên li Kuçeya Fîskayayê ya Yenîşehîrê dijîn berî cejnê dest bi çêkirina kulîçeyan kirin. 
Ji ber ku berî cejnê bi rojekê amadekariyên ji bo cejnê jî têne kirin. Îsal di bin bandora şewbê û qeyrana aboriyê de gel Cejna Qurbanê pêşwazî dike.
Berî cejnê jinan dest bi çêkirina kulîçeyan kirin. Jina bi navê Eyşan Pencereci ya li Kuçeya Fîskayayê ya Yenîşehîrê ya Amedê ji bo Cejna Qurbanê kulîçeyan çêdike. 


Eyşanê ya ku ev 30 sal in li Fîskayayê dijî bi cîranên xwe re di her cejnê de kulîçeyan çêdike. Eyşanê wiha dibêje: "Berê me kulîçe dineqişandin. Her neqşek nîşana malbatekê ye."
Eyşanê li ser çêkirina kulîçe û çoregan weha dibêje: "Em hevîrê xwe dikin û heta hevîr hiltê em piştre dikin kulîçe. Dema em kulîçeyên xwe çêdikin em hêk û kuncî jî li ser dikin. Em tenûra xwe vêdixin û piştre kulîçeyên xwe lê dixin."
Eyşanê bi bîr dixe ku ew ji bilî cejnê, dema mêvanên wan tên jî kulîçeyan çêdikin.

MA/AMED