- “Kovara ZEND’ê ji bo xebatên Kurdolojiyê çavkaniyek e. Ji bo kesên dixwazin li ser ziman, wêje û çanda Kurdî bi berfirehî lêkolînê bikin, dikarin ji kovarê sûdê werbigirin.”
MEHMET ASLAN
MA/STENBOL
Kovara zanist, çand û lêkolîna Kurdî ZEND’ê piştî demek dirêj hejmara xwe ya 27’emîn derxistibû. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyûp Sûbaşi got, kovara ZEND’ê ji bo xebatên Kurdolojiyê dibe çavkaniyek.
Komeleya Lêkolînên Kurdî di warê pêşvebirina Kurdî de xebatan birêve dibe. Komeleyê çend roj berê hejmara 27’emîn a kovara ZEND’ê derxist. Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê cara ewil di 21’ê Adara 1994’an de kovara ZEND’ê derxistibû. Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê jî sala 2016’an ji alî dewleta Tirk ve hate girtin. Enstîtû niha bi navê Komeleya Lêkolînên Kurdî karê xwe didomîne.
Dikarin ji kovarê sûdê werbigirin
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyûp Sûbaşi got, piştî demeke dirêj, wan carek din kovar derxistine û pêşkêşî xwîneran kiriye. Sûbaşi derheqa kovarê de wiha peyivî: “Kovara ZEND’ê ji bo xebatên Kurdolojiyê çavkaniyek e. Ji bo kesên dixwazin li ser ziman, wêje û çanda Kurdî bi berfirehî lêkolînê bikin, dikarin ji kovarê sûdê werbigirin. Kovar di salên 90’î de yek ji wan kovarên tekane bi Kurdî ye û gelek xebatên zanistî birêve bir.
Xebatên zanistî
Tişta ku ZEND’ê ji kovarên din vediqetîne ew e ku cih dide xebatên Kurdî û zanistê. Bandorek li ser pêşvebirina Kurdî kiriye. Ev hejmara me xwedî naverokek dewlemend e. Di vê hejmarê de nivîsên cuda hene. Li ser ziman xebatên cûrbicûr hene. Li ser gramer û Împaratoriya Medan nivîs hene. Ev hejmar ji bo ziman, wêje û folklora Kurdî gelek nivîs hewandiye.”
Her wiha Sûbaşi got wê kovar ji niha şûn ve weşana xwe bidomîne û ew li benda rexne û pêşniyazên xwîneran in û rexne wê hêz bide wan.