Korîma insanetiya wan kirî!

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 27 Îlon 2021 - 01:27

  • Serê hefteya bihurî jî ji ber ku di kanala televizyona Elman WDR de hat weşandin min li Momê temaşe kir. 

Serê hefteya bihurî ji ber ku di kanala televizyona Elman WDR de hat weşandin min li Momê temaşe kir.

Filma Momê sala 2020’an hatiye çêkirin. Ez ne rexnegirê sînemayê me lê, bawer dikim, li ser dîmen, reng, derhêneriya hunerî, deng, derhêneriya giştî, nikaribin tiştekî zêde bibêjim jî, bi ya min ne tenê ez, ji mafê her temaşevanê sînemayê ye ku xwedî fikrek be li ser senaryoya filmê. Fikrek erê, na, çê, xirab. Ji ber wê ez ê di vî warî de bi vê filmê dakevim. Senaryoya wê Rodî Guven Yalçinkaya nivîsandiye û ew derhênerê filmê ye jî.

Êdî ka çi qasî kiriye nizanim, lê Sirri Sureyya Onder jî şêwirmendê senaryoyê ye.

Senaryo bi ya min ecêbeke ji ecêban bû, te dît, dibêjin, sosirmet! Ha wilo bû. Çima? Ez bi gelek pirsgirêkên senaryoyê danekevim, lê ez ê bi encama wê dakevim. Lewma niyeta nivîskarê senaryoyê li vir ne muhim e. Senaryo çi dibêje, ew muhim e. 

Gotina "ji kirasê insanbûnê derxistin" -di akademiyê de dibêjin "dehumanîzekirin"- ji stratejiyên dagirker û mêhtingeran e, ku pê dijberên xwe yan jî dijminên xwe ji kirasê mirovbûnê derdixin. Ew vê bi propagandayên berfereh, pirralî û misêwa dikin. Me Kurdan ev bi dewleta Tirk nas kir: Binavkirinên weke terorîst, tenê bi hejmar û mîqdaran behsa ruhê û canê Kurdan kirin, li derveyî her navlêkirinê, hesabkirinê hiştin, ji meydana giştî kirina der û gelek rê û rêbazên din. 

Ji bo me Kurdan jî dewleta Tirk bi van kirinên xwe, lê bêhtir bi siyaseta xwe ya qirkirinê, jixwe ji kirasê insanan derketiye. Yanî ji ber ku bi rastî ji kirasê insanan derketiye, ji bo me ji kirasê insanan derketiye.

Vêca, ez bivênevê, divê senaryoya filma Momê li bin guhê erdê bixim. Ez nekim, ez ê xwe ji xwedê bikim. Di vê filmê de ji polêsê taybet ê  ku li Sûrê weke sekvan şerê Kurdan kiriye, heta bi komîserê şopandina Kurdên Stenbolê yên çîna navîn, heta heta amîrê lêpirsînê dide meşandin, hemû kirine kirasê insanan. Jixwe polêsekî Kurd heye, ji wan re wergerê dike, nexasim ew, ma çi qasî insan û mulahim e. Sibhanela ji xwedê re, em Kurd çi bêbext in. Em çi ne insan in ku em van mirovên dilbirehm, yên dê û bav, xwedî tatêl û fikarên insanî ji kirasê mirovan derdixin! Sermeselê komîser nikare biçe nav zarokên xwe ji jina xwe re bi telefonê dibêje, yaw saetên kar holê ne, çima tu fêm nakî. Ev komîser û polêsên din "ji bo ku bombevanekî xwekuj mirovan nekuje", bi şev û roj dixebitin. 

Di encama senaryoyê de em rewşa derdikeve holê ew e ku dijminê Kurdan ê ku bi kirinên xwe bi îsbat ji kirasê mirovan derketiye, ketiye kirasê mirovan. Teşkîlata wî ya polêsan bi fikar e da ku bêgunehan neêşîne.

Ewên ku ji ber wê serhildêriya Kurdan ji neçarî Kurd û welatê wan li Sûrê kirin dojeheke li ser rûyê erdê, ew jî insan in. 

Senaryo ji bo min gelekî muhim in. Sînemaya ku di Fotografa Kazim Oz (2001) de eşkere nîşan dida ku dijminê Kurdan ji kirasê insanan derketiye, piştî bi 19 salan bi filma Momê hewl dide bibêje, esas em Kurd şaş in, ew dijminê me insan e. Na bavo, min ji vê ne yeqîn e û ne lazim e yeqîn jî bikim. Korîma insanetiya wan kirî erê wele.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.