Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku di 1991'ê de li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê û ji bo jîndarkirina çanda Kurdî hat avakirin, tevî hemû astengî û qedexeyan jî bênavber xebatên xwe didomîne. NÇM´ê îsal xwest ji bo salvegera 30´an a damezrandina xwe, li Stenbol û Edeneyê konseran li dar bixe û konserên wê hatin qedexekirin, lê wê dengê xwe ji Civîna Koma HDP´ê ya Parlamenê ragihand. Ew niha haziriyan dike li Izmîr, Amed û Wanê konseran li dar bixe. 
Yek ji damezrînerên NÇM'ê û endamê berê yê Koma Çiya, Celal Ekîn anî ziman ku avakirina NÇM'ê kela canê wan kesan rakiriye yên ku bi huner re elaqedar dibin, û piştî wextekê bûye qiblegeha hunermendên Kurd. Ekîn destnîşan kir ku çavkaniya saziyên hunerî yên niha NÇM ye û got, "Divê mirov wekî tevgera çand û huner li NÇM'ê binihêre."
 
NÇM her zindî ye 

Ekîn got, NÇM ji roja ava bûyî ve xebatên xwe bi rihetî nekirine, lê bi mîsyona xwe wê pergala desthilatdar nerihet kiriye. Ekîn, bi bîr xist ku ji ber vê yekê pergala dewleta Tirk gelek caran avêtiye ser saziyên çand û huner, xebatên di vî warî de asteng kirine, hunermend kirine nezaretê û girtine: "Lê hê jî tevgera çandê ya Mezopotamyayê zindî ye û xebatên xwe didomîne." 
Ekîn got, bi bandora çand û huner a NÇM’ê, li deverên wekî Stenbol, Izmîr, Edene, Mêrsîn, Hewlêr, Amed û bajarên din ên Kurdan, veguheriye tevgereke çand û hunerî. 
 
Li Îzmîr, Amed û Wanê konser

Celal Ekîn da zanîn ku zext û zoriyên li hemberî NÇM'ê ti carî kêm nebûne û ji bo vê konserên li Stenbol û Edeneyê yên bi boneya salvegera 30´î a damezrandina navendê hatine qedexekirin. Celal Ekîn got, konser wê li Îzmîr, Amed û Wanê bidomin û niha amadekariyên van konseran dikin. Ekîn anî ziman ku ev kar bi qedexeyan û girtinan naqede û di çarçoveya çalakiyên bi boneya damezrandina navendî di 30'yê Cotmehê de li Izmîrê, di 6'ê Mijdarê de li Wanê û dê 11, 12, 13 û 14'ê Mijdarê de li Amedê konser jî di nav de gelek çalakiyên hunerî li dar bixin."

MA/AMED