Gelek muzîkjenên navdar şemiya bihurî beşdarî konsera online ya ji bo alîkariya paytexta Libnanê Bêrûdê bûn.
Konsera bi navê "We are #WithLebanon" ji bo alîkariya mirovên Bêrûdê piştî teqîna mezin a destpêka Tebaxê ya bajar wêran kirî, online hat organîzekirin. Konserê saetek nîvê dewam kir.
Hezher Zehawî, defjenê Kurd jî beşdarî vê konserê bû. Her hunermend ji welatê xwe beşdarî konserê bû. Hezher Zehawî dibîje, ew ji dil û bi kêfxweşî beşdarî konserê bûye.
Konser ji aliyê Federasyona Navneteweyî ya Xaça Sor û Civakên Heyva Sor hat organîze kirin. Muzîkjen Nasir Şema, sefîrê niyeta baş ê Neteweyên Yekbûyî hevkariya organîzasyonê kir. Hunermendê efsanewî yê Iraqê Kazim El-Saher beşdarî konserê bû. Sazbendên ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Spanya, Libnan, Tirkiye û Brezîlyayê.
Xaça Sor a Navneteweyî û Civakên Heyva Sor gotin, "wan xwest piştgiriya xwe ya bi xelkê Bêrûdê re nîşan bidin."
Di teqîna 4´ê Tebaxê ya li Bêrûdê de nîvê bajêr texrîb bû, herî kêm 177 kes mirin, 6 hezar û 500 kes birîndar bûn û 300 hezar kes jî bê mal man. Sedema teqînê 2 hezar û 750 ton amonyûm nîtrat bû ku ji 2013´an ve li bendera Bêrûdê hatibû depokirin. Ji ber teqînê xwepêşandanên nerazîbûnê kirin ku hikûmet îstîfa bike.

BÊRÛD