- Konserên Amîda” ya çaran hat weşandin.
“Dengê Raboriyê; Konserên Amîda” ya çaran pêr êvarê hat weşandin.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) rêze konserên bi navê “Dengê Raboriyê; Konserên Amîda” li cih û warên dîrokî li dar dixe. Rêza konseran bi konsera 4´an dewam kir. Ev konser li ser platformên dijîtal tê weşandin. Konsera 4´an li Dêra Katolîk a Ermenan a ji sedsala 16’an hat dayîn. Ev dêra hanê li Rojhilata Navîn ya herî mezin e.
Hunermendan di konserê de starên bi Kurmancî, Kirmanckî, Soranî û Hewramî, Ermenkî û Tirkî jî gotin.
Di konserê de hunermendên Ma Muzîkê û hunermêndên hosteyê mey Ertan Tekîn û hosteyê kemançeyê Hashem Rashadat jî, cih girtin. Konser pêr saet 20.00’an li ser hesabên medya civakî yên DTSO’yê hatin weşandin. Konserên bi navê “Dengê Raboriyê; Konserên Amîda” ya ewil li Şikeftên Hesûniyê yên navçeya Farqînê, ya duyemîn li Keleha Zerzevanê ya li navçeya Çinarê, ya sêyemîn jî, li bajarê antîk ê navçeya Gêlê hatibûn lidarxistin.
AMED