Kongra Star bû pişta xurt a şoreşa Jin jiyan azadî

Nûçeyên Jin

Çarşem 18 Çile 2023 - 02:21

  • Tişta li vê derê bala me kişand ruxmê cudabûna çand û zimanan bi yek nasnameyê kombûna jinan û bi yek dirûşmê pênasekirina hebûn û daxwazên wan bûn. Ji her netewe û baweriyê, jin li kongreya xwe amade bûn.

BÊRÎTAN ZINAR/JINNEWS/HESEKÊ

 

Em, sibeha 15'ê Çile bi koma ku ji Helebê ji bo kongreya xwe ya 9’an a Kongra Starê berê xwe dabûn Hesekê bi hev re bûn. Jinên Helebê ruxmê ambargo û ferzkirinên li ser heremê, ji ber zehmetiyên ku di nav de ne jî bi kenên xwe, bi cil û bergên xwe yên neteweyî, bi pêşwaziyeke germ berê xwe dan hola kongreyê. 

Ruxmê sirr û seqemê jî jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî yên Kurdan, Ereban, Ermeniyan, Êzîdiyan, Suryanan, Çeçen û hemu pêkateyên din ên li heremê, meydana kongreyê rengorengo kiribû. Diyar bû ku kombûna hezar jinan û rêxistinbûna wan, têkoşîna wan çavkaniya germbûnê bû ji bo wan. 

 

Hola kongreyê bi xwe hêz dida

Em wekê komeke mezin ketin holê. Dika kongreyê bi dest û hûnandina jinan hatibû amadekirin. Li paşiya dikê posterekî mezin hebû ku li serê ‘9’emîn Civata Giştî ya Kongra Star’ û dirûşma kongreyê ya ‘Bi Rihê Têkoşîna Şoreşa Jinê Em ê Serhildana Jin Jiyan Azadî bi Ser bixin’ bi zimanên Kurdî û Erebî hatibû nivîsandin. 

Beriya kongre dest pê bike jinan bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ û bi tilîliyên domdar cihên xwe girtin. 

Tişta li vê derê bala me kişand ruxmê cudabûna çand û zimanan bi yek nasnameyê kombûna jinan û bi yek dirûşmê pênasekirina hebûn û daxwazên wan bûn. Ji her netewe û baweriyê, jinên ku ji bo Kongra 9’an a rêxistina xwe Kongra Starê li vir amade bûn, bi parastina ziman û çanda xwe bi yek armancê kom bûbûn. Ev jî ji dirûşma wan diyar bû: Jin, Jiyan, Azadî.

 

Pêşengên têkoşîna jinan hatin bibîranîn

Bi destpêkina kongreyê re piştî yek deqe rêzgirtina ji bo pêşengên têkoşîna azadiya jinê di şexsê Sakîne Cansiz a riya têkoşîna azadiyê li jinên Kurd vekir û mîrateyek mezin ji tevahî jinan re hişt de, Evîn Goyî bi nasnav Emîne Kara, Zeynep Sarûxan, Nagîhan Akarsel, Gulê Selma, Zehra Berkel, Hevrîn Xelef û tevahî pêşengên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn. Di Kongreyê de serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, hat silavkirin; di şexsê jina Kurd Jîna Amînî de tevahiya şehîdên Şoreşa Jin jiyan azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin bibîranîn. Weke mîmarê têkoşîna azadiyê û afirînerê felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ Rêber Abdullah Ocalan hat silavkirin. Di axaftinan de banga xurtkirina têkoşîna li dijî tecrîdê hat kirin.

Rihan Loqo axaftina destpêkê ya kongreyê kir û kongre li jinên berxwedêr ên li çar aliyên Kurdistanê li dijî her cûre êrişên dagirkeriyê têdikoşin pîroz kir û tevahiya jinên pêşeng ên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn. Wê got, dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ gerdûnî bûye û ew ê bi vê dirûşmê şoreşa jinê misoger bikin. Rihan Loqo destnîşan kir ku ew kongreyê diyarî serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin.

 

Jinên Ereb: Em bi Kongra Star bihêz in

Bi taybetî min xwest ez li jinên Ereb guhdarî bikim. Zehra Şêxo jineke Ereb e li gundê Tetewil ê Hesekê dijî. Dema ku min jê pirsî hûn kongreyê çawa dibînin, kelecana wê li ser çavên wê diteyisî, ji min re got, “Em bi Kongra Starê bihêz in. A niha em dikarin bibêjin, em hene û li vir in. Kombûna hezar jinan a li vê derê û bi yek dengê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berzkirina wan pênaseya vê yekê ye ku em weke hemu jinên ji pêkhateyên cuda bi hev re hene.”

Jina ciwan Lorîn Xelef jî jineke Ereb e û beşdarî kongreyê bûbû. Ew di Meclîsa Jinan a Sûriyeyê de cih digre. Li ser pirsa me ya der barê nihêrînên wê yên li ser perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan de got, wê bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan hebûn û nasnameya xwe bi dest xistiye: “Tiştên ku Rêber Apo di perspektîfên xwe de tîne ziman, rastiya civaka me ne, divê di serî de weke jin em ji bo pêkanîna azadiya jinan têbikoşin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.