Koma Hêwa strana ‘Berayê’ şirove kir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Kanûn 2022 - 03:54

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya serhildana 'Jin jiyan azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê klîpa strana 'Berayê’ (Ji bo) derxist.

Strana 'Berayê’ ji aliyê stranbêj Shervin Hajipour ve hatiye gotin û wekî sirûda serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat hesibandin. 

Shervin Hajipour (Şervîn Hecîpûr) piştî du rojan ji belavkirina stranê di 29`ê Îlona 2022`yan de hat binçavkirin û di 4`ê Cotmehê de hat berdan.

Vê stranê li cîhanê deng veda û bo zimanên cuda hat wergerandin.

Gotinên stranê balê dikişînin ser dansa azadiyê ku li kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di serhildanê de hatiye lîstin, guhertina zêhniyeta paşverû, bandora siyasetên dewleta Îranê li ser siberoja zarok û xwendekaran, zexta li dijî girtiyan. Her wiha di stranê de slogana Jin jiyan azadî hatiye gotin.  

Di klîpê de stran ji aliyê Koma Stêra Zêrîn a Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ve hatiye gotin, tê de dîmen û wêneyên ji xwepêşandanê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên nîşandan.

Hêjayî gotinê ye, Koma Hêwa ya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya serhildana `Jin jiyan azadî` beriya niha strana bi navê ‘Jîna’ çêkiribû.

ANHA/QAMIŞLO

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.