Kolanên Helebê xweşik û paqij dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 4 Mijdar 2024 - 16:50

  • Meclisa Şehîd Cengîz a taxa Eşrefiye ya Helebê ku ji 8 komînan pêk tê, xebateke xweşikirina û paqijkirina kolan û peyareya da destpêkirin. Li gel xebatên paqijkirinê wê elaqe bi daran were dayîn.

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku destek daye endamên meclisê, sarîcên avê û amûrên paqijkirinê pêşkêş dike. Endamên komînan boyaxkirin û paqijkirin li hev ve parve kirin û duh nêzî 500 metre paqij kirin û kevirên peyareyan boyax kirin.

Xebat dê heya boyaxkirin û paqijkirinê tevahî kolanên taxa Eşrefiyê dewam bike.

Hevseroka Meclisa Taxa Şehîd Cengîz Suad Şêxo got: "Dema şênî tev li perwerdeyên naskirina rêgezên ekolojiyê dibûn, pêşniyar kirin ku ev xebat dest pê bike. Li ser wê û bi pêşengiya komînan xebatên paqijkirinê û boyaxkirinê dest pê kirin."

Xebatên wisa, li kêleka xweşikkirina kolanan, li ser pêwîstiya hevgirtina civakî ji bo pêşxistina binesaziya ximzetguzariyê, tecrubeyek e. Suad diyar kir ku erka komînan e ku rêgeza ekolojiyê pratîk bike û civakê li gorî teoriyên Rêber Abdullah Ocalan ên projeya neteweya demokratîk, hişyar bike. ANHA/HELEB

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.