Ciwanê Kurd Mihemed Reşîd li Xurmatû ya hikumet ti xizmetê jê re nake, dest bi heşînkirina kolanan kiriye.
Navçeya Xurmatû ser bi parêzgeha Selahedîn e û dikeve ber madeya 140´î ya destûra Iraqê. Ji sala 2003’yan heta sala 2017’an îdareya navçeyê di destê Kurdan de bû. Lê ne wê demê û ne jî niha, li navçeyê xizmeteke avakirinê nîne. Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an Xurmatû bi temamî hate paşguhkirin.
Gelek xelkê Xurmatû ji ber ku xizmet nînin, malên xwe bar dikin. Di nava van bûyeran de, Mihemed Reşîd dest bi heşînkirina kolanên bajêr kiriye. Mihemed dixwaze xelkê ji jiyanê bi hêvî bike.
Mihemed Reşîd, di nava 5 mehan de karî bêhtirî 150 daran li kolanan biçîne. Mihemed tevî astengî û nexweşiyan jî dixwaze kolanên Xurmatû şîn bike û karê xwe bi dil û can dewam dike.
ROJNEWS/XURMATÛ