Kitêba Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Cotmeh 2020 - 02:10

  • Kitêba Hesen Qazî 'Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan' çap bû.

Nivîskarê me Hesen Qazî bi navê Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan, gelek agahiyên li ser Sazmanî Înqîlabî ya Îranê, têkiliyên wê bi Kurdistanê û nexasim hêz û kesayetên Kurdistanê re wergerandin Kurdî, bi xwe jî gelek gotûbêj, hevpeyvîn kirin û wêne û belge berhev kirin. Jixwe, Hesen Qazî ev agahiyên berhevkirî û wergerandî, di quncika xwe de qismî diweşandin. Hesen Qazî dibêje, bi vê xebeta amadekarî û wergêriyê wî xwestiye hinek agahdariyên li ser dîroka siyasî ya wê serdemê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê berdest bike.
Kitêba Hesen Qazî amadekirî ji Çapxaney Murtezewî derçûye. Di kitêbê de hevpeyvîna Hemîd Şewket bi Kuruş Laşayî re, beşek ji kitêba Siyaweş Parsanejad, beşek ji hevpeyvîna Hemîd Şewket bi Îrec Keşkolî re, guftûgoya Hesen Qazî bi Muhsîn Rizwanî re, hevpeyvîna Hemîd Şewket bi Muhsîn rizwanî re, gotûbêja bi nameyan a Hesen Qazî bi Siyamek Mweyîdzade re, gotûbêja Hesen Qazî bi Baqr Murtezewî Xuzirrewşahî re, Celal Talebanî behsa Sazmanî Înqîlabî dike di guftiogoya bi Selah reşîd re, gelek behs û gotûbêjê din ên şahidên wê demê jî hene. Ji bilî van, gelek wêne û belge jî di kitêbê de hatine bicihkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.