
- Lîstik yek ji zimanên herî kevnar ê mirovahiyê ye. Ew gerdûnî ye, lê kî bi vî zimanî diaxive û kî bêdeng e, her tiştî diyar dike. Ew hevsengiyê hînê zarokan dike, hişmendiya tevgera bi hev re pêş dixe û çareserkirina pirsgirêkan di laş û hiş de xurt dike. Lê lîstik bixwe her dem ne bêguneh e. Kî qaîdeyan çêdike, kî dilîze û kî tevlî lîstikê tê kirin? Ev tu carî ne tenê pirsên ji bo lîstikê ne.
Çavgirtonek, belkî jî di nav lîstikan de ya herî sade be. Li ser sê stûnên bingehîn tê avakirin: yê ku xwe vedişêre, yê ku digere û mekan. Rêzik bi rastî zelal in; tekane armanca yê/ya ku xwe vedişêre ew e ku neyê dîtin. Yê ku digere jî bi israr e, quncik bi quncik digere, rîskê digire, dev jê bernade. Lêgerîna heqîqetê jî tam vê avaniyê hildigire. Cewhera jiyaneke demokratîk û adil, di nav wê israrê de veşartî ye. Lê di vê lîstikê de ya ku bi rastî diyarker e, ne zekaya yê ku xwe veşartiye ne jî ezma yê ku digere ye. Ya bi rastî diyarker, yê ku digere kî ye.
Bêwate ye ku mirov hêvî bike ku ew rastiyê ji dewlet, sermaye an jî li serwer bigerin, ji ber ku ew in yên ku wê vedişêrin. Yên ku windakirina zaroktiyê wekî hilweşîneke civakî dibînin divê di vê lîstikê de lêgerîner bin. Ji ber ku tiştê veşartî ji ya ku tê dîtin pir kûrtir tê veşartin. Têrê nake ku meriv carekê bibîne; Pêwîst e ku lêgerîn berdewam bike.
Mezinahiya rastîn a lîstikê
Ev çavgirtonek di heman demê de li ser asta gerdûnî û li gelek qadan tê lîstin. Daneyên herî dawî yên Rêxistina Kar a Navnetewî (ILO) giraniya tabloyê derdixe holê: 138 milyon zarok li seranserê cîhanê dixebitin; 54 mîlyon ji wan di şert û mercên ku rasterast tenduristî, ewlehî û pêşveçûna wan tehdît dikin. Li gorî Endeksa Aştiyê ya Cîhanî ya Enstîtuya Aborî û Aştiyê ya Australya, cîhan ji Şerê Cîhanê yê Duyem û vir ve bêtir şahidî ji pevçûnên çalak dike. Endeksa aştiyê li 99 welatan ev donzdeh sal in kêm dibe. Tirkiye di vê tabloyê de di rêza 136’emîn de ye. Li gorî daneyên TurkStatê rêjeya zarokên di bin xetereya xizaniyê an jî dervehiştina civakî de ji bo kuran ji sedî 36 û ji bo keçan ji sedî 37,8 e. Ev hejmar bes in ku gelek tiştan rave bikin. Lê ev yên eşkere ne, yên ku veşartîne ne di nav hesabê de ne.
Ev wêne ne xeletiyek rêveberiyê ye û ne jî kêmasiyek e ku dikare ji holê were rakirin. Talankirina li ser xwezayê, polîtîkayên bajarî yên ku pêşî li kirê digirin û pergala xwarinê ya pîşesaziyê bi bêdengî mafê zarokan jî digire ku hewaya paqij hilmê bistînin û laş û hişê xwe bi awayekî nedîtbar teşe bidin. Pêla otorîter a ku zêde dibe, mîlîtarîzasyon û amûrkirina teknolojî di yekdestiyê de, dîtina rastiyê roj bi roj dijwartir dike. Zarok di vê sîstemê de ne kirdeyeke mafan e ne jî ferdek e. Wekî obje tê dîtin ku li dibistanan ji bo îtaetkirinê hatiye şertkirin û ji bo zivirandina çerxê hatiye sêwirandin. Yê ku vedişêre sîstem bixwe ye. Û ev avanî, gelekî baş dizane ku çawa veşarî bimîne.
Cihê herî nediyar ê veşartinê
Îstatîstîk dema ku rûxalî tê xwendin jî cihê dilêşîyê ye. Dema ku bi hûrgilî tê xwendin, pirsgirêka rastîn xuya dibe: 138 mîlyon tevahiya tabloyê nade nîşan. Dîmenek din jî heye ku di xala veşartî ya îstatîstîkan de ye, ew jî keç in.
Dema ku zarokên kur li kolanê, kargehê, pîşesaziyê bi kêmanî di wateyekê de xuya dibin, zarokên keç di hundirê malê de dibin veşartîne: di bin barê lênêrînê de, di bin rîska zewaca di temenê biçûk de, di dûrxistina ji perwerdeyê de û di bin çavdêriyeke pir-qatî ya ku berê xwe dide bedena wê de tên eciqandin. Kesên ku bedêla herî giran a krîzên gerdûnî, şeran, rêyên koçberiyê û xizaniyê didin, zarokên keç in. Ji ber vê sedemê qada çavgirtonekê ya herî kûr a di meseleya keda zarokan de jî ew der e.
Veşartin ne tenê di jiyanê de, di heman demê de di rêbaza jimartinê de jî tê avakirin. Daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî karkerên navmalî yên bêpere yên hefteyê 21 demjimêr an jî zêdetir nagire. Dema ku tê de cih digire, tablo li hemberî keçan girantir dibe. Kêmbûn û belavbûna daneyan ne tesaduf e; Ev rêbazek e ku wê veşêre. Îstatîstîk seqet û şaş dibin.
Bernedana dev ji lêgerînê
Divê em stûna sêyemîn a Çavgirtonekê jibîr nekin. Cihê ku em ê lê li heqîqetê bigerin him di nav jiyana rojane de ye, him jî di siyasetê bixwe de ye. Pirsa bê zaroktî li ku hatiye veşartin, di heman demê de pirsa wê yekê ye, bê em di civakeke çawa de dijîn. Yên ku dixwazin me ji ya rasteqîn dûr bixin, bi tenê avakirina van mekanan qayîl nabin; di heman demê de wan şêlû dikin. Lewma karê yê/ya ku digere tu carî naqede.
Dîtina yên winda û tevlêkirina wan di vê pergalê de, dê ne çareserî be. Pirsgirêka sereke ew e ku qadên ku zarok bikaribin bi hebûna xwe re di jiyaneke azad û wekhev de bijîn, an jî guhertina ya heyî bi awayekî radîkal biguherînin. Ew cîhek e ku qaîdeyên wê jiyan, wekhevî û piralî ne. Çavgirtonek li wir bi dawî dibe; Lîstika rastîn li wir dest pê dike.
PUNG MEDÎA/ÇIGDEM ERTAK







