Li Elmanyayê îsal bihar nehat. Serma zivistanê ya ji 4 ta 7 pileyan xwe heta niha ji ser Elmanyayê îsal kêm da alî. Li gorî metorologan, ev serma tevî qeşaya bi şev wê heta nîvî Gulanê jî dewam bike. Nîvê Nîsanê ye û serma zivistanê li Elmanyayê dewam dike. Halê hazir jî tişta ku meteorolog jê re "hêka sermayê" dibêjin, xwe digihîne Elmanyayê; yanî serma zivistanê wê xwe ji ser Elmanyayê nede alî. Bi sev wê qeşa bikeve û bi roj jî germahiya herî zêde wê xwe negihîne 10 pileyan.
Ji ber wê gelek kes difikirin ku îsal havîn wê xwe di ser biharê re li Elmanyayê biqevêze û yekser havîn bê. Axir ew jî ku bê!
FRANKFURT